‘Demokrasî ji tabanê û bi jinan tê înşakirin’
Aktivîst Înas Naîm a di Konferansa Hevgirtina Jinan de jinên Suweydayî temsîl kir, destnîşan kir ku ji bo demokrasiyê makezagonek demokratîk bi naskirina gelan divê û got bê beşdarbûna jinan demokrasî nayê înşakirin.

Suweyda – Li Hesekê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Hevgirtina jinan bingeha avakirina demokrasî û edaletê ya li Sûriyeya ne navendî ye”, ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve, di 20’ê Îlonê de konferansek hat lidarxistin. Bi sedan jin ji kom û neteweyên cuda tevlî konferansê bûn. Armanca konferansê, yekbûna jinan û bihêzkirina rola wan a ji bo pêşerojê bû.
Di riya demokrasi û guherînê de dengê jinen Suweydayî
Yek ji beşdarên konferansê aktivîsta siyasî ya ji Cebel Başan a herêma Cebel Durzî Înas Naîm bû. Înas Naîm a li ser navê jinên Sûweydayê hatibû vexwendin, konferansê ji bo hebûna jinek, mîna gaveke girîng nirxand.
Înas Naîm, diyar kir ku ev yek ne tenê di asta nûnertiyê de heman demê di warê siyasî, civakî û leşkerî de jî konferanseke bi bandor bûye û wiha got: “Ev konferans, platformeke jiyanî ya ku rola jinan berfirehtir di warê avakirina pêşerojeke adil de teyit dike ye. Her karê serkeftî li ser bingehek ku ji aliyê jinan ve hatiye avakirin tê avêtin. Demokrasî bêyî beşdariya jinan nabe. Divê jin hem di pêvajoya nivîsandina makezagonê de hem jî di her merleheya wê de cihê xwe bigrin. Demokrasî, ne ji jor ve, ji gel û bi taybetî bi jinan çêdibe.”
Di eniya pêş de beşdariya fiîlî
Înas Naîm diyar kir ku jinên ji Suweydayê û herêmên din ji konferansê hêzê girtine, li ser rola krîtîk a jinan, a di êrîşên dawî yên li ser Suweydayê de got ku jin di navenda bûyeran de ne. Înas hêz û rola jinan a li hember êrîşan wiha vegot: “Ji birîndaran re alîkariya destpêkê kirin, xwarinê çêkirin, di xetên parastinê de moral dan şervanan. Me hêza xwe nîşanî cîhanê da êdî em amade ne beşdarî hemû pêvajoyan bibin.”
Saziyeke leşkerî hat avakirin
Înas Naîm her wiha diyar kir ku bi navê “Muhafizên Neteweyî” saziyeke leşkerî ya bi rêxistinbûyî hatiye avakirin, jin dikarin bi awayê zagonî beşdarî vê saziyê bibin û gotinên xwe wiha domand: “Jinên me amade ne tevlî saziyeke leşkerî ya rêxistinkirî û zagonî bibin. Ev ne tenê gaveke sembolîk e; avakirina rola jinan a di warê parastin û rêxistinkirinê de ye.”
Peyama jinên Suweydayê
Înas Naîm diyar kir ku peyama jinên Suweydayê didin, ne tenê nîşaneya çalakbûna wan e, di heman demê de nîşan dide ku vîzyoneke ramanî û ruhî jî dipejirînin û wiha bi dawî kir: “Ev hevdîtin, bû modeleke bêhempa. Nîşan da ku tu kes nayê vederkirin, rol li gorî raye û berpirsyariyê tên dayîn. Jin êdî ne tenê li qadê divê di pêvajoyên biryaran de jî rola xwe ya pêşeng bilîzin.”