Çalakvan Meryem Deridî ji girtîgeha Adelabad hat berdan
Girtiya siyasî û xwendekara zanîngehê Meryem Derisî piştî cezayê wê temam bû ji girtîgeha Adelabad hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî û xwendekara zanîngehê Meryem Derisî, piştî cezayê wê temam bû di 21’ê Îlonê de ji girtîgeha Adelabad hate berdan.
Meryem Derisî berê di Adara 2024’an de ji aliyê Şaxa 102’yemîn a Dadgeha Şoreşê ya Kazurun ve ji ber sûcên ‘Bi armanca destekdayîna Zeyneb Celeliyan û hinek girtiyên din ên siyasî, li ser hesapê xwe yê Instagramê li dijî rejîmên propagande kiriye’ û ‘Di demê ku dibin çavdêriya kelepçeya elektronîk de, wêneyê xwe yê bê hîcab parve kiriye’ mehkumî salek cezayê girtîgehê hate kirin. Ev hikum ji aliyê Dadgeha Îstinafê ya eyaleta Farsê ve hate erê kirin.
Cezayê girtiya siyasî Meryem Derisî bi awayê nivî vekirî hate derbaskirin, di Adara 2025’an de dema ji bo venêrînê çû girtîgeha Adelabad a li Şîrazê cardin hate binçavkirin û sewqî girtîgehê hate kirin.
Meryem Derisî ji Kazerunê ye, ji bo kişana cezayê xwe di 3’ê Tebaxa 2024’an de hate girtin û sewqî girtîgeha Adelabad kirin, piştre cezayê wê vegerandin niv vekirî.
Meryem Derisî berê jî ji ber xebatên siyasî rastî zextên hêzên ewlehiyê hatibû û cezayê girtîgehê girtibû.