Li Sudanê pevçûn didomin: 604 kes jiyana xwe ji dest dan

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di pevçûnên ku li Sûdanê dewam dikin de 604 kesan jiyana xwe ji dest dane. Fermandarê artêşê Abdulfettah el-Burhan got: "Diyaloga siyasî bêyî agirbestê bêkêr e."

Navenda Nûçeyan - Li Sûdanê ji 15ê Nîsanê û vir ve pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lez de berdewam dikin. Berdevkê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tarik Jasarevic diyar kir ku hejmara kesên di pevçûnên ku li Sûdanê dewam dikin de jiyana xwe ji dest dane derket 604’an.

700 hezar kes koçber bûn

Tarik Jasarevic ragihand ku hejmara birîndaran derket 5 hezar û 127’an. Berdevkê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) Paul Dillon diyar kir ku di şerê li Sûdanê de 700 hezar kes ji cih û warên xwe bûne.

Li gorî nûçeya di Gazete Duvar de; Serokê Meclisa Serweriya Sûdanê û fermandarê artêşê General Abdulfettah el-Burhan bi rêya telefonê ji kanala nûçeyan a El-Qahîre ya Misrê re axivî û got, "Bêyî derketina ji cih û warên xwe û bidawîkirina hebûna leşkerî ya li paytextê bêyî agirbest tu ti wateya danûstandina bi Hêzên Piştgiriya Lez re nîne."

'Malbatên li Xartumê zirareke mezin dîtin'

Ebdulfetah El-Burhan diyar kir ku malbatên Xartûmê ji ber kiryarên serhildayan û di encama şer û pevçûnên heyî de zirareke mezin dîtine û got: “Rewş li seranserê welat aram e û hemû parêzgeh paqij in, ji xeynî Xertûmê ku leşkerî lê tê de ye. Ji Hêzên Piştgiriya Lez hin welatparêz diçin leşkeriyê. Ger em li hember serhildêrên li Xartûmê xemsar bin, dibe ku pevçûn li parêzgehên din belav bibe. Serhildêran baregehên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Afrîkayê, balyozxane, bank û gumrik jî talan kirin. Em navneteweyîbûnê red dikin û pêşwaziya destpêşxeriyên Ereb û Afrîkî yên ku herî zêde nêzî wijdanê Sûdaniyan in, dikin."

'Ji bo agirbestê valakirina herêmên sivîl şertê me ye'

Abdulfettah El-Burhan da zanîn ku ew herî baş berjewendiyên gel nas dikin, lewma naxwazin ti şert û mercan deynin û wiha got: “Valekirina cihên sivîlan şertê me yê agirbestê ye. Hêviyên welatiyan ji bo me ewil e."

'Şerhildêr hemû kiryarên şermezarkirinê dikin'

Abdulfettah El-Burhan diyar kir ku piraniya endamên Hêzên Piştgiriya Lez çekên xwe dane û li dijî gel şer nakin û wiha got: “Em bi xêrhatina wan dikin ku beşdarî artêşê dibin. (Fermandarê Hêzên Piştgiriya Lez) Muhammed Hamdan Dagalu û (birayê wî) Abdürrahim Dagalu ji şervanên biyanî alîkarî xwestin û bi daxwazên xwe yên şexsî xwestin dewleta Sûdanê tune bikin. Tişta ku serhildêran di van rojên dawî de kirin, lekeyeke reş e ku tu carî ji rûyê wan nayê paqijkirin. Kiryarên Hêzên Piştgiriya Lez li dijî urf û adetên gelê Sûdanê ye û hemû pîvanên navneteweyî binpê dike. Şoreşger hemû kiryarên şermezarkirinê dikin û heta ku ew neçin em dest ji gulebaranê bernadin.”

Abdulfettah El-Burhan îdia kir ku artêş li paytextê 'nêzîkî bidawîkirina hebûna Hêzên Piştgiriya Lez e' got, "Çareseriya aştiyane ji bo çareseriya krîza siyasî ya li welêt rêya herî baş e."

Hevdîtinên destpêkê yên ji bo agirbestê dest pê kirin

Nûnerên artêş û rêxistinên sivîl ên Sûdanê, di çarçoveya hewldanên Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên ji aliyê aliyên li Sûdanê ve ji bo bidestxistina agirbesteke bi bandor, diyarkirina demeke ji bo berfirehkirina danûstandinan û diyarkirina demajoya danûstandinan, di 6'ê Gulanê de li bajarê Cîdde yê Erebîstana Siûdî ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên lezgîn hêsan bike dest bi hevdîtinên destpêkê kirin.