Li Sûdanê di goreke komî de cenazeya 87 kesan hate dîtin

Li Sûdanê pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Legîn de didome, di goreke komî de cenazeya 87 kesan hate dîtin. Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ragihand ku sûcên şer tên lêpirsîn kirin.

Navenda Nûçeyan- Li Sûdanê pevçûnên di 15’ê Nîsanê de di navbera Arteş û Hêzên Piştgiriya Lez gîn de dest pê kiribûn didome. Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku di goreke komî ya li Rojavayê Darfurê de cenazeya 87 kesan hatine dîtin û ragihand xwedî agahiyên pêbawerin ku berpirsyarên gorên komî Hezên Piştgiriya Lezgîn e.

Di nûçeya di The Guardianê hat weşandin de hat ragihandin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn daxuyaniyên têkildarî tevlî bûyerê bûne red kir û îdia kir ku ew nebûna alîgirê şerê li Rojavayê Darfurê ne.

UCM’ê lêpirsîn da destpêkirin

Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) Karîm Khan ê di rûniştina Sûdan û Sûdana Başûr de ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hat lidarxistin de axivî, diyar kir ku raporên kuştin, destdirêjî, qundaktî, ji cih û warên xwe kirin û sûcên li dijî zarokan tên lêkolîn kirin.

Karîm Khan diyar kir ku lêkolîn dê di çarçoveya rayeya lêkolînkirina sûcên Darfûr ku BMGK’ê di sala 2005'an de ji UCM’ê re dayê de tê meşandin û wiha got: "Ez dikarim piştrast bikim ku lêpirsîna sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê di çarçoveya Pevçûnên heyî yên li herêmê dest pê kirine." Karîm Khan sûcên di sala 2003'an de li Darfurê hatin pêkanîn bi bîr xist, destnîşan kir ku 'dîrok dê xwe dubare bike' û got ku ji ber pevçûnan li welat wek fizîkî neketine tevgere.

Zêdetirê 3 hezar kes jiyana xwe ji dest da

Li gorî daxuyaniyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê û NY’ê di pevçûnan de zêdeyî 3 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne. Di hundir û derveyî welat de zêdetirê 3 milyon kes ji cih û warên xwe bûn.