Li Sudanê çi bû? Çi di qewime?

Hat aşkerekirin ku di pevçûnên li Sudanê de 264 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Ev bi salan e li kolanên Sudanê ku aram nebûye jin û zarok di metirsiyê de ne.

SARYA DENİZ

Navenda Nûçeyan- Li Sudanê di navbera dû hêzên generalên di asta jor de pevçûnênê ku derketiye welat ber bi metirsiya hilweşinê re biriye. Di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lez a hêzek paramiliter e, ne lihev hatinên ku salên dawiyê li ser reforma ewlekariya leşkerî ya pêş dibîne ku Hêzên Piştgiriya Lez beşdarî artêşê bibe veguherî pevçûnê. Di sibeha 15’ê Nîsanê de di navbera artêşa Sudan û Hêzên Piştgiriya Lez de pevçûnên bi çek derket û bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da.

Sendikaya bijîjkan ya Navenda Sudanê aşkere kir ku di pevçûnan de 264 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, hezar û 543 sivîl jî birindar bûne. Sendika di parvekirina li ser medyaya dijital de bal kişand ku hêjmara kuştî û birîndaran hê zêdetir e, hat zanîn ku rewşa ewlehiya welat, ji ber zextên tevgerê nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyan.

Li Sudanê kî ji ber çi şer dike?

Li Sudanê herdû alî xwedî bi deh hezaran şervan in. Pevçûnên li vê derê di heman demê de xwedî hêza bandor ji Lubnan heta Suriye, Libya heta Etiyopya, Rojhilata Navîn û welatê Afrîqa bikeye. Pevçûn di navbera generalê li ser hêza bi çek ya Sudanê Abdulfettah Burhan û serokê koma paramîlîter Hêzên Piştgiriya Lez ê îşkenceker ku koka wê di dema pevçûnên navxweyî yên 2003’an de li Darfurê teqiya General Muhammed Hamdan Dakalu yê tê jiyankirin. Herdû hêz jî dixwazin kontrola Sudanê bixwe destê xwe de.

Sudan di sala 2018’an de daketibû qadan û di meha Nîsana 2019’an de rêveberiya 30 salan ya Omer el Beşîr hilwşiyabû. Di dema van çalakiyan de hêzên bi çek û Hêzên Piştgiriya Lez bi hev re tevger kiribûn. Darbeya eskerî di dema şirîkatiya herdû generalan de çêbû. Lê belê ev herdû salên ku serde derbas bûye ev şirîkatî guhert û di navbera herdû hêzan de têkoşîna hêz destpê kir.

Li welat jin û zarok di metirsiyê de ne

Ji xwe li Sudanê ev bi salane şer û pevçûn bi dawî nebûye, pêşketinên herî dawî li welat jiyankirin hîn zêdetir zehmetir bûye. Li welat jin hertim li kêleka demokrasiyê bûn û tu caran qad vele nehêlan. Di pefçûnan de mexdûryeta herî mazin jin jiyan dikin, tu caran dest ji lêgerîna edalet û aştiyê na berdin. Saziyên navnetewî bi taybet ji bo jin û zarokan bang dikin, li kolanan jin û zarok berdewam di hedefa tundiyê de ne. Herî dawî Fona alîkariya zarokan ya Netewên Yekgirtî (UNICEF) û weqfa rizgariya zarokan (Save the Children) daxuyaniyek hevpar dan û bi birxistin ku li Sudanê bi taybet zarok ji perwerdeyê bê par dimînin. Li welat ji her sê zarokan yek nêzî 6 milyon û 900 hezar zarokên keç û kur naçin dibîstanê. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku zarok ji ber êrîşên îstîsmar, qirkirin û bejdariya komên bi çek di metirsiyê de ne. Saziyên navnetewî ji bo zarokan daxwaza tedbîrên demildest kirin.

Bi milyonan mirov bi gefên birçîbûnê re rû bi rû ne

Li welat ji ber qeyrana aborî ya bi salane dom dike, di xwegihandina pêwîstiyên bingehîn de gelek zoriyan dikêşin. Li gora daneyan ji nifusa Sudanê ji sêyan yekê wê 15 milyon mirov ji ewlehiya xwarinê bê par in. Ger bi van pevçûnê dawî tedbîr neyên girtin bi miyonan mirov bi metirsiya birçîbûnê re rû bi rû ne. Li kêleka wê li Sudanê sala bûrî ji ber felekata lêhiyê hîna birînên wan nehatine pêçan. Sala bûrî li welat felaketek ya lêhiyê hatibû jiyan kirin û divê lêhiyê de nêzî 50 hezar mal hilweşiyabûn û gelek jin û zarok di nav de 75 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn.