Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 20 kes hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê bi armanca piskirina aqubeta wendahiyên xwe di hefteya 944’emîn a çalakiya xwe de hatin gel hev. Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir 20 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 944’an de jî berdewam kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo qedexeya li ser Qada Galatasarê biryara “binpêkirinê” dabû. Dayikên Şemiyê û parastvanên mafên mirovan jî xwestin daxuyaniya xwe li Qada Galatasarayê bidin lê dîsa hatin astengkirin û rastî êrişa polîsan hatin. 

Polîsan nehiştin dayik û kesên pê re nêzî Qada Galatasarayê bibin û dorpêç kirin. Gelek polîs li qadê hatibûn bicihkirin û êrişî çalakvanan hate kirin. Di encama êrişê de Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî û rêveberên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî di nav de bi giştî 10 kes hatin binçavkirin.