France 24: Jin di hilbijartinê de piştgirî nadin Erdogan

Li Tirkiyeyê hilbijartinên 14’ê Gulanê nêz dibin, çavên çapemeniya cîhanê li namzed û sozên wan e. Malpera nûçeyan a France 24 nûçeyek bi sernavê "Dema hilbijartin nêz dibin, jinên muhafazakar pişta xwe didin Erdogan" weşand.

Navenda Nûçeyan- Di nûçeya bi sernavê "Dema hilbijartin nêz dibin, jinên muhafazakar pişta xwe didin Erdogan" ku ji aliyê Shona Bhattacharyya û Ludovic Foucaud ve hat amadekirin û di malpera nûçeyan a France 24 de hat weşandin, hat diyarkirin ku bi taybetî ji bo serokomar Recep Tayyîp Erdogan rewş ne diyar e.

Di nûçeyê de ev nirxandin hat kirin: “Di vê rewşa aborî ya nebaş de, heyraniya ciwanên Tirk a ji bo desthilatdariya AKP’ê û muxalefetê kêm bûye. Hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyeyê ji bo Serokomar Erdogan nediyar xuya dikin. Piştgiriya jinên muhafazakar ku piranî caran dibin zemîna hilbijêran, her diçe kêm dibe.”

Jin diguherin

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Erdogan di salên desthilatdariyê de ji bo jinên muhafazarkar bûye hêvî, hat destnîşankirin ku rewş guheriye. France 24'ê bal kişand ser gotina Ozlem Zengîn a AKP'î ya piştî 20 salan ku got "Jin guherîn" û ev şîrove kir: "Yên ku di salên destpêkê yên Erdogan de alîgirên herî nêz bûn, dibe ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê yên serokomarî û parlamenteriyê de pişta xwe bidin wî."

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku axaftinên serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan der barê cihê jinan ê nava civakê de nêrîneke paşverû ye, hat gotin ku dibe Erdogan bi hilbijartinên herî dijwar re rû bi rû be.