Di operasyona îro de der barê 49 kesan de biryara girtinê
Di çarçoveya lêpirsîna ku li Enqereyê hat destpêkirin, di serdegirtina malan de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu û rojnameger-nivîskar Yuksel Genç û gelek kes hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Piştî operasyona ku navenda wê Amed bû, di çaçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin de li 15 bajaran der barê 49 kesan de biryara girtinê hat dayîn.
Di saetên vê sibehê de li Amedê di serdegirtina malan de, li Amedê Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglu, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û Selma Yilmaz, Devran Ak û Cahît Kanbay jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku kesên li 15 bajaran hatine binçavkirin dê bibin Enqereyê û heta 24 saetan dê nikaribin parêzerên xwe bibînin.