Li Somaliyê lehî bû sedema koçberbûna milyonek kesan

Serokkomarê Somaliyê Hasan Şeyh Muhamûd, diyar kir ku ji ber lehiya çend hefte ne li Somaliyê rabûye, zêdeyî milyonek mirov ji cih û warên xwe bûne.

Navenda Nûçeyan- Herêma Qoçê ya Efrîkayê di bin bandora giran a rewşa nebaş a hewayê de ye ku tê gotin, pêwendiya wê bi fenomena hewayê ya El Nîno heye. Bi taybetî ji ber barana zêde gelek cih hilweşiyan, cih û warê mirovan di nava avê de man û bi dehan kes mirin.

Li Somaliyê ji ber lehiyê mirov kom bi kom ji cih û warê xwe bûn. Serokkomar Hassan Şeyh Mohamûd bi daxuyaniyekê got: "Welatê me di rewşeke krîtîk de ye û li her derê lehiyê bandor li gelê me kiriye."

Li Somaliyê 101 kesan jiyana xwe ji dest dan

Serokkomar, ragihand ku ji ber lehiyê li Somaliyê zêdeyî milyonek mirov ji cih û warê xwe bûne û 101 kes jî mirine.

Serokkomar her wiha di mijara belavbûna nexweşiyan de jî hişyarî da.

Rayedarên li Mogadîşûyê ji ber lehiyê di 12'ê Mijdarê de rewşa awarte ragihandibûn.

Li Kenya û Etiyopyayê 177 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Kenyayê jî ji ber rewşa nebaş a hewayê herî kêm 120 kes, li Etiyopyayê 57 kesan jiyana xwe ji dst dan.