Saadet Akin a di greva birçîbûnê de ye stranek nû çêkir

Saadet Akin a tevlî greva birçîbûnê dorveger ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin bû, bi strana xwe ya nû bang li raya giştî kir.

Navenda Nûçeyan- Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku ji aliyê girtiyên siyasî ve di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li girtîgehan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 4’emîn de berdewam dike. Girtiyên ku tevlî greva birçîbûnê ya dorveger a li 104 girtîgehan didome dibin, bi rêya malbat û parêzerên xwe peyamên xwe radigihînin.

Saadet Akîn û Zelal Bîlgîn li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kirin. Saadet Akin a 8 sal in girtî ye, piştî strana "Jîna" ya ku ji bo Jîna Emînî ya li Îranê ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve hat qetilkirin çêkir, straneke din a nû çêkir. Saadet Akin a di hevdîtina ku bi telefonê bi malbata xwe re kir de strana nû vegot, bi strana xwe peyama şikandina bêdengiya raya giştî ya li hemberî zilmê û piştgiriya gel a berxwedanê da.

Saadet Akin a ku 2015'an de di dema qedexeya derketina derva a li Sûra Amedê de hat girtin û birin Girtîgeha Jinan a Amedê, piştî ku 2 salan sirgûnî Girtîgeha Jinan a Tersûsê ya Mêrsînê hat kirin. Saadet Akin a piştî ku du salan jî li Girtîgeha Tarsûsê ma, 5 sal in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin.

Saadet Akin, di pêvajoya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven di dîroka 8’ê Mijdara 2018’an de dabû destpêkirin de jî, demek dirêj greva birçîbûnê berdewam kiribû.