Li peravên Cadiz 4 koçber jiyana xwe ji dest dan

Li Başûrê Spanya 27 koçberên ku bi keştiya surat ji peravên Cadiz avêtin deryayê 4 koçberan jiyana xwe ji dest dan, 23 jî bi melevaniyê rizgar bûn.

Navenda Nûçeyan- 27 koçberên ku ji peravên Mexrîbê hatin girtin bi keştiya surat a tipê zodiac birin bîra San Fernando a li Başûrê Spanya, lê nêzî peravê avêtên deryayê.

Ji koçberên ku aliyê qaçaxçitiyên ve deryayê hatin avêtin 23 jê bi melvanê ji peravan rizgar bûn û 4 jî jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê kesên ku qaçaxçîtî dikin reviyan.

Di dîmenên derbarê bûyerê de, dema ku keştî nêzî perav bûye hinek ji wan koçberan bi dilê xwe xwe avêtine, ên din ên ku dihat texmînkirin ku nizanin melevaniyê bi kêrî gef lê hatine kirin û piştre avêtine deryayê, tê dîtin.

Xaça sor a Spanya diyarkir ku 4 ji koçberên ku gihane peravê bi nîşanên hipotermî rakirine nexweşxaneyê.