Hat ragihandin ku hejmara zarokên bêkes gîhîştiye hezar û 589’an
Hat ragihandin ku ji ber erdhejên navenda wê Mereşe zarokên ku rakirine nexweşxaneyê û malbata wan nîne hejmara wan gihîştiye hezar û 589’an.
Navenda Nûçeyan-Piştî erdhejên Mereşê gelek zarok ji bin kavilan hatin derxistin, Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay der barê zarokên ku bêkes mane, radestî malbatan kirine û di malên evînê de mane de agahiyên dawî parve kir.
Fuat Oktay da zanîn ku hejmara zarokên bêkesên ku rakirin nexweşxaneyên herêma erdhejê û malbata wan tune bû hezar û 589 e. Fuat Oktay, diyar kir ku ji wan 953 zarok radestî malbata wan hatine kirin, nasnameya hezar û 342 zarok jî hatiye diyarkirin û yên 247 kes jî hîn tên diyarkirin.