Li Silêmanî panela ‘Jin Jiyan Azadî’ hat lidarxistin

Li Silêmanî bi dirûşma Bi felsefeya jin, jiyan, azadî ber bi çareseriya pirsgirêkên jinan û civakê ve pêngav diavêjin’ bi pêşengiya RJAK’ê panelek hat lidarxistin. Di panelê de pirsgirêkên jinan hat nîqaşkirin.

Silêmanî – Bi dirûşma Bi felsefeya jin, jiyan, azadî ber bi çareseriya pirsgirêkên jinan û civakê ve pêngav diavêjin’ bi pêşengiya RJAK’ê li Silêmanî panelek hat lidarxistin. Panel li Salona Xak a Silêmaniyê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Di panela ku bi du beşan hat lidarxistin de pirsgirêkên ku jin dijîn û riya çareseriyê hat nîqaşkirin.

Di beşa yekem a panelê de civaknas Kurde Ehmed û parêzer Çiro Şiwanî axivîn. Beriya panelîst baxivin, sînevîzyonek li ser pirsgirêkên ku jin rûbirûyê wan dibin hat nîşandan. Piştre di beşa yekem a panelê de civaknas Kurde Ehmed îşaret bi sedemên şideta ku li beramberî jinan pêk tê, kir û got ji amaran diyar dibe ku ne hişyariyek metirsîdar li nava civakê de heye.

Tundiya li ser jinan hat nîqaşkirin

Di dewamê de Kurde Ehmed got: “Tundutijiyên li beramberî jinan tên kirin kurin û dîrokek wê heye. Bi taybetî gelê Kurd ji berku dagirkeriya dewletan li ser heye.” Kurde Ehmed îşaret bi amarên Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê ya sala 2022’yan kir û got, ji sedî 13.5’ê jinan li Herêma Kurdistanê biryar li ser şêwazê cil û bergên xwe didin. Ji sedî 16 jî astengî ji bo fikir û axaftina wan tên kirin. Kurde Ehmed destnîşankir ku ji sedî 39.7’ê sedemê tûndiya li beramberî jinan tê kirin, ji ber nehişyariya mêran e. Her wiha ji sedî 37.1’ê sedemê tûndiyê ji ber nehişyariya perwerdeya malbatê ye. Di dawiyê de jî Kurde Ehmed got, pêwîste jin li dijî tûndiyê bêdeng nemînin û yekhelwestiya xwe nîşan bidin.

‘Mafên jinan nayên parastin, zagon nayên bicih anîn’

Piştre parêzer Çiro Şiwanî jî têkildarî aliyê yasayî û pirsgirêkên ku di yasyan de heye axivî. Çiro Şiwanî da zanîn yek ji sedemên sereke yên ku jin nikarin bi rêya yasayê mafên xwe bi dest bixin, şarezanebûna wan a li ser yasayane. Çiro Şiwanî got, sedemek din jî yasayên heyî bi xwe ne û di bicihanîna yasayan de mafên jinan nayên parastin. Şiwanî got, sedemê vê yekê jî ewe ku yasa ji aliyê hişmendiya desthilata mêr ve hatine amadekirin û di dema bicihanîna wan de mafên jinan li ber çav nayên girtin.

Zanista Jineolojî û hevjiyana azad

Di beşa duyem a panelê de Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Ronak Mecîd û Endama Akademiya Jineolojî Lanyas Eta axivîn û balkişandin li ser giringiya zanista jineolojî û hevjiyana azad a ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê.

Di destpêkê de Endama Akademiya Jineolojiyê Lanyas Eta mijarek bi sernavê ‘Zanista Jineolojiyê wek çareserî ji bo pirsgirêkên cewherî yên civakê’ pêşkêş kir. Lanyas Eta di destpêkê de zanista jineolojiyê şirovekir û got: “Divê hemû jin bi taybetî jî jinên Kurd xwedî li zanista jineolojiyê derkevin û ji bo jiyana xwe bikin bingehek, daku ji wan derew û xefikên ku sîstemê ji bo civakê danîne rizgar bibin. Ji berku heta niha ti fikir, rêbaz, sîstem û olek bi vî rengî pirsgirêkên civak û jinan destnîşan nekiriye.”

Piştre Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Ronak Mecîd jî mijarek bi sernavê ‘Hevjiyana azad’ pêşkêş kir. Ronak Mecîd da zanîn ji bo bidestxistina hevjiyanek azad, divê jin xwedî biryara xwe bin û xwe wek milkê zilam nebînin. Ronak Mecîd got: “Her wiha divê hemû ew dezgehên ku di destpêkê de ji aliyê serdestiya zilam ve ji bo kolekirina jinê hatine avakirin, werin guhertin. Ji bo pêkanîna hevjiyana di siyasetê de jî, nûnertiya yeksan a jin û zilam a di sîstema hevserokatiyê de ye.”