‘Bi sedan dayik ji projeya mala cîhana zarokan sûdê digrin’

Projeya mala cîhana zarokan yek ji destkeftiyên jinan e û bi derfetên Rêveberiya Xweser e hatiye avakirin. Bi wê projeyê ji bo pêşketina jinan û rêgirtina li ber pirsgirêkên wan, xebat tên kirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Di şoreşa Rojava de jinan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de gavên pîroz avêtin û deskeftiyên bi nirx bidest xistin. Yek ji wan jî avakirina desteya jin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo azadiya jinan, xwedîderketina li wan û  parastina ji hemû tundiyên li dijî jinan kar û xebatên xwe berfirehtir dike. Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2014 an de projeya vekirina mala cîhana zarokan ava kir, ev proje bi armanca piştgiriya bi jinên karmend û xwendekar ên dayik e. Ji bo ku zarok ji bo xebata wan nebin astengî derfetan ji wan re diafirîne.

Li kantona Hesekê 3 malên cîhana zarokan hene li Til Hecer, Ezîziyê û Salihiyê yên girêdayî bajarê Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê. Karmendên jin ên di Rêvberiya Xweser û rêxistinên jinan de kar dikin bi hezaran in. Bêguman gelek jê dayik in. Desteya jin a Bakur û Rojhilat Sûriyeyê vê projeyê pêşkêş kir û gelek dayikan jê sûd girtin.

Di mala cîhana zarokan a li taxa Til Hecer de 4 karmend hene, zarokên yekmehî heya 3 salî digre gel xwe. Hejmara zarokan 25 in. Tê de odeya lîstkê û fêrkirinê, 2 odeyên bêhnvedan û razanê û metbex jî hene. Qeydkirina zarokan wekî temenekî alîkarî, di heyvê de 10 hezar e. Ji saet 7 û nîv heta 3 deriyê wê vekiriye.

‘Ên ku xwedî li destkeftiyên şoreşê derdikevin jin in’

Rêvebera mala cîhana zaroka a taxa Til Hecer, Ezîza Elî da zanîn ku projeya vekirina mala cîhana zarokan bi armanca alîkariya dayikên karmend û perwedekirina zarokên wan e û wiha axaftina xwe domand: “Di nava Rêvberiya Xweser de bi hezaran jin kar û xebatan didin meşandin ji wan gelek jî dayik in. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku rola jinan di pêşxistina kar û xebatê de girîng e, di şoreşa Rojava de gelek ked, têkoşîn, fedakarî û destkeftî hene. Ên ku xwedî li van destkeftiyan derkevin jî jin in. Armanca me bi vekirina mala cîhana zarokan ew e ku dayik bi rehetî biçin ser karê xwe û dilê wan rehat be, bizanibin ku zarokên wan li cihekî bi ewle ne û li gorî temenê xwe tên perwerdekirin.”

‘Rêvberiya Xweser heya dawî rê li ber pêşketina jinan vedike’

Ezîza Elî teqez kir ku Rêvberiya Xweser derfet li pêşiya jinan vedike da ku doz û armanca xwe pêk bînin û wiha got: “Yek ji rehendên bingehîn ên Rêveberiya Xweser azadiya jinan e, ji bo wê heya dawî derfet dide û pêşî li pêşketina wan vedike. Em di nava şoreşê de ne, em bi şans in ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser kar û xebatan dikin. Ji ber ku dema mirov kar bide meşandin û ji aliyekî din ve rehet be şansek e mezin e.”

Ezîza Elî axaftina xwe wiha domand: “Em zarokan wekî zarokên xwe dibînin, bi wan re dilîzin, xwarinê didin, wan paqij dikin, fêr dikin û dixin xew. Rojê çend saet em bi hev re dimînin ji bo wê em bi hev ve tên girêdan. Rojên betlaneyê em bêriya wan dikin. Di aliyê nexweşiyan de jî ger zarokek nexweş be em malbatê agahdar dikin û hewl didin tevli zarokên din nebe ji bo ku zarokên din jî nexweş nekevin. Ger derfeta dayikê hebe em dibêjin rojên pêşî bila ev zarok li malê bimînin heya baş bibin. Gelek zarok dema dayikên wan tên wan dibin malê digirîn naxwazin biçin.”