Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 9 hezar û 770

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku hejmara Filistîniyên ku ji 7’ê cotmehê heta niha di êrîşên Îsraîlê da jiyana xwe ji dest dan derket 9 hezar û 770.

Navenda Nûçeyan – Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dan, zêde dibe. Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve li Xezayê hat dayîn de di 24 saetên dawîn de hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 270 kes zêde bû û bû 9 hezar û 770. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar û 800 jê zarok û 2 hezar û 550 jê jî jin in.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji berpirsên Xaça Sor hat kirin ku bi selametî gihîştina deriyê Refahê ya birîndaran pêk were û ji Misirê jî hat xwestin ku rê bide ambûlans derbasî deriyê Refahê bibin û birîndar li nexweşxaneyên Misrê bên dermankirin.

Îsraîl roja înê bi îdiaya ku ‘mîlîtanên Hamasê di nav de ne’ konvoya ambûlansê ya ku ji Nexweşxaneya Şîfayê derdiket hedef girt û paşê birîndaran derbaskirina deriyê Refahê yê li Başûr hatibû astengkirin.