Li Silêmanî du jin şewitîn û yek ji wan ji ber şewata dijwar jiyana xwe jidest da

Duh êvarî li Silêmanî 2 jin bi alava elektrîkê şewitîn, yek ji wan ji ber şewata giran jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Duh êvarî li Silêmanî 2 jin bi alava elektrîkê şewitîn, yek ji wan ji ber şewata giran jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê navenda lezgîn Saman Nader ragihand ku li taxa Xebat ya Silêmaniyê 2 jin ku yek ji wan 25 salî û ya din 30 salî ye şewitîn.

Li gorî agahiyan, her du jinan hewl dane avê veguherînin jeneratorê, lê bi şaşî benzînê xistine jeneratorê û di encamê de agir bi jeneratorê ketiye û her du jin jî şewitîne.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê Saman Şêx Letîf ragihand ku yek ji jinên ku şeva borî li taxa Xebatê şewitî, saet 08:40’ê sibehê jiyana xwe ji dest da.