Li Silêmanî der barê rewşa rojnamegeran de panelek hat dayîn

Di çarçoveya binpêkirina zagona rojnamegeran û azadiya fikrî de li herêma Kurdistanê rêxistina Geşepêdana Medeniyetê panelek li dar xist.

Silêmanî – Îro li otela Rotana ya bajarê Silêmanî rêxistina Geşepêdana Medeniyetê CDO panelek bi dirûşma ‘Ber bi pêşerojek baştir ve ji bo azadiya fikir li herêma Kurdistanê’ hat lidarxistin û di vê panalê de şîrove, zext û astengî, derfet û çareserî ji bi rewşa rojnamegeran tê de hatin nîqaşkirin.

Panelê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî giyanê şehîdan û qurbaniyên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Piştre gotarên aliyên pêwendîdar hatin xwendin û piştre di panelê de bal hat kişandina li ser azadiya fikrî bi taybetî ji bo rojnamegeran û her wiha hat gotin ku nabe rojnameger ji ber karê xwe di girtîgehan de bin.

Di panelê de Dr. Pavî Cemal mamosteya koleja zanista mirovahiyê li zanîngeha Silêmanî axivî û wiha behsa azadiya fikir kir û got: “Azadiya fikir nayê wê wateyê ku li gorî. Ji ber wê piraniya medyayên Kurdan aloziyan çêdikin divê destpêkê rojnameger fêrî exlaqê rojnamegeriyê bibin.”

‘Zagonan ji bo cezakirina rojnamegaran bi kar tînin’

Seroka Akademiya Jinan di Iraqê de Besîme Mihemed wiha got: “Panelên bi vî awayî gelek girîng in bi taybetî li ser mijara azadiya fikir. Ji ber zagon û azadiya fikrî li Kurdistanê ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve hatiye rexnekirin. Divê bi awayekî baş kar li ser were kirin. Hinek zagon ji bo cezakirina rojnamegeran tên bikaranîn. Divê sedema cezayan were zanîn, azadiya rojnamegeriyê li herêma Kurdistanê di rewşek xirab de ye û gelek rojnameger tenê ji ber nivîsek di medyaya dîjîtal de parve kirine, di girtîgehan de ne. Ev jî hemû têkiliya xwe bi mafên mirovan ve heye û divê hikumet zagonê bi cih bîne.”