Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bû 25 hezar û 886

Bîlançoya erdhejê her ku diçe girantir dibe. Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 25 hezar û 886'an.

Navenda Nûçeyan – Hejmara kesên ku di erdhejên Bazarcixa Mereşê de li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 22 hezar û 327'an û ya birîndaran jî gihîşt 80 hezar û 278'an. Li Sûriyeyê jî 3 hezar û 559 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar û 333 kesan jî birîndar bûn.