Dayikên Şemiyê: Mirina di erdhejê de ne qeder e, cînayet e

Dayikên Şemiyê di daxuyaniya xwe de bibîr xistin ku di erdheja sala 1999’an ya Golcukê de 5 hezar û 840 kesên jiyana xwe ji dest dayîn winda ne û wiha gotin: “Ji bo heman rewş di erdheja Mereşê de dernekeve divê xebatên lêgerînê pir bi baldarî bên kirin."

Stenbol- Çalakiya Dayik/Mirovên Şemiyê ya ji bo dîtina kesên hatine windakirin û hesabpirsîna ji faîlan wan, di hefteya 933’an de berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de têkildarî erdhejên Bazarcix a Mereşê ku bi pileya 7.7 û 7.6 pêkhatî û 11 bajar jê bandor bûn, daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwestin.

‘Sedemên bingehîn yên mirinan tedbîrên ku nehatine girtinin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber negirtina tevdîrên xurt ewqas kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û wiha hate gotin: “Ji ber ku plan û sepanan ne jiyana mirovan lê rant esas digirt, rê li ber ewqas mirinan vekir.”

Bi rapora Meclisê ya têkildarî erdheja Golcukê ya di sala 1999’an de ku 5 hezar û 840 kesên ku jiyana xw eji dest dane hîna winda ne. Ji bo ku di erdheja Mereşê de jî heman rewş dernekeve holê, divê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir bi daldarî bên meşandin.

‘Em êşa we parve dikin’

Di berdewamiya daxuyanî de wiha hat gotin: “ Xwişk û birayên me yên terkî hilweşandina erdhejê hatine kirin, em we ji dil hîs dikin û êşa we êşa me ye. Em bi hemû êşa xwe diqîrin; mirina di erdhejê de ne qeder e, cînayet e.”