Daxuyaniya CÎSST’ê: 17 hezar û 600 girtî ji erdhejê bandor bûn

CÎSST'ê ku ji bo girtiyên di erdhejê de bandorbûne bang li Wezareta Dadê ya Tirk kir, wiha got: "Em bang dikin ku bêyî ferq û cudahiya bi hikûm û girtî û bêyî sînora mafê hevdîtinê hebe, mafê hevdîtina bi girtiyan re bê dayîn.”

Navenda Nûçeyan - Komeleya di Pergala Înfaza Ceza de Civaka Sivîl (CÎSST) ji ber erdheja bi pileya 7,7 û 7,6 ku li Mereşê pêk hat û li 10 bajaran bandor bû, têkildarî girtîgehên ku li herêmên erdhejê lê çêbûye cih digrin de daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Li gorî daneyên girtekên Meclisê û berhevkirina agahiyên li ser înternetê ev daxuyanî hatiye amadekirin. Di daxuyaniyê de wiha cih dane hejmara girtiyan: Li Girtîgeha Servekirî ya Mereşê 3 hezar 830, li girtîgehên Dîlok, Islahiye, Şehîtkamîl 7 hezar û 600, li girtîgehên Osmaniye û Toprakkale hezar û 240, li girtîgeha Hatayê 3 hezar û 500, li Girtîgeha Servekirî ya Semsûrê 60, Li Girtîgeha Argan (Akçadag) a Meletiyê hezar û 370 hene. CÎSST’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku bi giştî li girtîgehên herêmên erdhejê raste rast bandor li ser 17 hezar û 600 girtiyan bûye û bandora erdhejê li ser nêzî 70 hezar xizmên girtiyan jî kiriye.

Bila Wezaretê Dadê demildest derbarê rewşa girtiyan de agahî bide

Ji 6’ê sibatê ve tenê sê agahdariyên çapemeniyê li ser malpera înterneta Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan hatiye weşandin û girtiyên li girtîgehên herêmên erdhejê agahî ji malbatên xwe negirtine û malbatên wan jî agahî ji girtiyên xwe negirtiye.

CÎSST’ê banga lezgîn li Wezaretê Dadê kir ku demildest derbarê rewşa girtiyan û girtîgehan de agahî û daxuyanî bide.