Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bûn yek deng: Jin Jiyan Azadî

Bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin li qadan bûn. Jinên ku bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê Ve” herikîn qadan bûn yek deng.

Navenda Nûçeyan – Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê Ve” herikîn qadan. Jinên ku bi cil û bergên xwe yê gelerî reng dan qadan ji bo azadiyê bûn yek deng.

Kobanê

Rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê îro di bin diruşma "Bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve" çalakiyên 8'ê Adarê Roja jin ya Cîhanî bi meşeke girseyî bi dawî kirin.

Bi sedan jinên herêma Firatê (kantona Kobanê û kantona Girê Spî), Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Jin, TEV-DEM, Yekîtiya Jinên Ciwan, Hîlala Zêrîn, Malbatên Şehîdan û hwd  ji bo Roja Jinên Cîhanî 8'ê Adarê meşiyan.

Jinan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên "Jin, jiyan, azadî", alên Kongra Star, def û erebane hilgirtibûn.

Jinên ku cil û bergên gelêrî lixwe kiribûn ji taxa Kobaniya Nû dest bi meşê kirin û li daristana Kobanê rawestiyan. Di meşê de jinan bê navber diruşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana jinên Kurd" berzkirin.

‘Jin mohra xwe li sedsalê dan’

Piştî deqeyek rêzgirtin, berdevka Kordînasyona Kongra Star ya herêma Firatê Zozan Bekir axivî û peyama jinên herêma Firatê ya ji bo 8'ê Adarê wiha anî ziman: "Xeta têkoşîna jinan di hemû şert û mercan de dewam dike, bi taybet ji bo kesên ku dibêjin azadiya jin xewn û xeyal e. Vaye em îroj bi heybet, xweşikbûn û sekna xwe van xeyalan li ser wan de hildiweşînin. Çawa ku beriya niha bi salan jinana gava yekemîn ya ji bo 8'ê Adarê avêtin û ji bo wê di qirkirinan re derbas bûn, îro bi pêşengiya jinên Kurd û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rihê 8'ê Adarê geş û zindî dibe. Jinan bi têkoşîn û berxwedanê mohra xwe li sedsala 21'emîn dan. Ev sedsal ya têkoşîn, azadî û serîhildana jinan ya li hember dagirkerî, tarîtî û paşverûtiyê ye. Ji lewra ji îro û şûnde emê gava paşve navêjin, jin-jiyan- azadî û bê serok jiyan nabe."

Meş bi berzkirina diruşmên ku berxwedan û têkoşîna jin silav dike bi dawî bû.

‘Bi saya Rêber Apo 8'ê Adarê watedartir bû’

Bakîre Sencar ku bi coşeke mezin beşdarî meşê bibû, hest û peyama xwe ji ajanas me re wiha anî ziman: "Ev roj ji bo me pîroz û bi wate ye. Ev yek jî xwe dispêre bîrdoziya Rêber Apo. Beriya ku em vê felsefeyê nasbikin û şoreşa azadiyê destpê bikin, 8'ê Adarê ji bo rojeke normal bû. Heta mirov dikare bêje em lal û bê deng bûn. Ji ber vê bi naskirina bîrdoziya Rêber Apo re, em têghîştin ku mafê me yê jiyankirinê heye û hemû roj ji bo me jinan yên 8'ê Adarê ne. Ji ber vê hêviyên me yên di vê rojê de ew in ku em di salên li pêşiya xwe de vê rojê li gel Rêber Apo pîroz û pêşwazî bikin. Her wiha banga me ji bo jinên cîhanê jî heye ku dest ji têkoşîna ji bo azadiyê bernedin û bîrdoziyeke rast di têkoşîna xwe de hilbijêrin."  

Til Temir

Bi sedan ji pêkhateyên navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kurd, ereb û asuriyan xwe bi cil û bergên xwe yê gelerî, ji Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê meşek lidarxistin. Meşa ku di bin diruşmeya "Bi jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve" dest pêkir, jin û mêran siloganên ku têkoşîn û berxwedana jinan tînin ziman berz kirin. Meş li çarxereya Ş.Qendîl a mezin rawestiya.

'Wê jin sîstemeke demokratîk û cîhaneke wekhev ava bikin'

Piştî deqeyek rêzgirtin bi navê Rêveberiya Xweseriya Dmeokratîk Fîdan Sîdo axivî û wiha got: "Bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" jin pêşengtiyê ji şoreşa herî girîng û mezin di Rojhilata Navîn re dike. Da ku layiqî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derkevin, her kêlî û roj bi roj jin di nava têkoşînê de ne. Di kesayeta lehing Raperîn Amed em 8'ê Adarê wekî berhema şehîdên tekoşînê pênase dikin. Di kesayeta Zeyneb Celaliyan de, em vê rojê li hemû jinên di zindanan de girtî ne û li hember zihniyeta desthilatdar a mêr berxwe didin, pîroz dikin. Ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, hemû rojên me roja têkoşînê ye, roja 8'ê Adarê ye. Ji ber bi fikr û rihê Rêber Ocalan em her kêliyê bi têkoşînê didin meşandin. Jin pêşengtiyê ji avakirina sîstemeke demokratîk re dike û dibe cihê balkişandinê ji jinên cîhanê re. Emê li şûna sîstema desthilatdar a kapitalîst ku hewl dide mafê jinan binpê dike, sîstemeke demokratîk û cîhaneke wekhev avabikin. Bi şoreşa "Jin Jiyan Azadî" wê Rojhilata Navîn bi pêşengtiya jin di şoreşekî herî binirx de biserbikeve."

Meş bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.  

Qamişlo

Jinên Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pîrozkirina Roja jinan a Cîhanî bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve” meşiyan. Bi sedan jin bi cil û bergên xwe yên gelerî û bi rakirina panelên ku bi azadiya jinan bang dikin û wêneyên jinên şehîd, ji çerxerêya Siyahî ber bi Stadyma Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve meşiyan. Bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” dengê jinan bilind dibû.

‘Dê hemû roj ji bo jinan bibin cejin’

Piştî deqeyek rêzgiritin ji bo cangoriyên azadiyê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ev axaftin kir: “Di destpêkê de em Roja Cîhanî ya Jinan li Rêber Apo, jinên têkoşer ên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirin, şehîdên me yên şoreşê û hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Ev roj ji bo me jinan gelek bi nirx û wate ye. Hemû roj dê bibin cejina jinan, ne tenê rojek. Jina ku li qadên jiyanê pêşengtî kir, erk û berpirsyariya birêvebirina şoreşê girt ser milê xwe, wê hemû rojan bike roja jinan. Bêguman em sersaxiyê ji malbatên mexdûrên erdhejê re dixwazin, di heman demê de şîfaya acil ji birîndaran re dixwazin û ji bo vê rojê helbet me xwest ku pêşwaziya 8’ê Adarê bi vî şeklî be. Di roja 8’ê Adarê de soza me ev e; em ê şoreş û destkeftiyên jinan biparêzin. Ne dewleta Tirk, Rejîma Baas û ne jî faşîzma Îranê dikarin vîna me bişkînin, bi jinan mabe dê ev şoreş bê parastin û li qadan bin.”

‘Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ronahiya cîhanê ye’

Her wiha li ser navê Jinên Komûnîst ên Şoreşger, Nûra Erebo axivî û got: “8’ê Adarê roja têkoşîn û serkeftinê ye, li dijî serdestiya mêr û her cûreya tundiya ser jinan e. Îsal em 8’ê Adarê bi kerasetekê ku li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê rû da, pêşwazî dikin. Bi hezaran kes hîna di bin kavilan de ne û hîna jî dewleta tirk êrîşî axa me dike û berê xwe dide pêşengên vê axê. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jin ronahiya cîhanê ye. Em vê rojê li hemû jinên ku li ber xwe didin li cîhanê, şer dikin li çiyan û di çeperên şer de pîroz dikin.”

Şehba

Bi diruşmeya "Bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve" Kongra Star a Efrîn-Şehbayê li kantona Şehba Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê meşek girseyî lidar xist. Bi hezaran jin bi cil û rengên xwe yên cuda herikîn qadan.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên jin û alên Konga Star hatin hildan. Meş ji rêya gundê Til Qireh heya parka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên navçeya Ehdas berdewam kir.

Meş li parkê veguherî mêtîngê û bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê axaftin ji aliyê rêvebera Kongra Star Efrîn-Şehba Nesrîn Mihemed ve hate kirin. Nesrîn Mihemed Roja Jinan a Cîhanî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinên kedkar û azadîxwaz pîroz kir û got: "8'ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinê li Rêber Apo û tevahî jinên azadîxwaz pîroz dikin. Em di vê rojê de soza xwe carek din nûjen dikin ku em ê projeya Netewa Demokratîk û bîrdoziya azadiya jin di nav ciavkê de pêk bînin û xwe bighînin hemû jinên ku heya niha di bin koletiya mêr-dewletê de dijîn. Em ê li ser rêya pakrewanên xwe yên jin bimeşin ên ku di rêya azadî û wekheviyê de canê xwe feda kirine, bimeşin. 8'ê Adarê bi saya berxwedan û tekoşîna jinan li cîhanê hate îsbatkirin. Em ê jî layiqî vê berxwedanê bin û dengê jinê bilind bikin."

Rêvebera Meclîsa Malbetên Şehîdan Efrîn-Şehba Xedîce Îbo jî axivî û ev tişt anî ziman: "Em 8'ê Adarê li jinên pêşeng û ên ku di çeperan de şer dikin û li berxwe didin pîroz dikin. Em hemû pakrewanên xwe bi bîrtînin, bi tayebt pakrewanên jin. em hêz û moral ji xwîna wan digirin. Bi berxwedana 129 jinên berxwedêr îro li Rojava şoreşa jinan pêk hat. Di dîrokê de û heya roja îro jinê yê ku herî zêde li hember sîstemên faşizmê serî hildane û bindestî qebûl nekirine."

Meş bi diruşmeya "Jin jiyan azadî" dawî bû.