Li Riha û Qeyseriyê di qezayê de 35 karkerên çandiniyê birîndar bûn

Li Riha û Qeyseriyê wesayîdên ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir û bi giştî 35 karker birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daneyên Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) di 10 salên dawî de li Tirkiyeyê herî kêm hezar û 803 karkerên çandiniyê dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dane. Di navbera salên 2013-2023’an de ji karkerên çandiniyê yên ku di dema xebatê de mirine, ji sedî 33’ê wan di qezayên trafîk û servîsê de jiyana xwe ji dest dane. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 235 zarok û 346 jin in. Di 8 mehên pêşîn ên sala 2023’an de mirina 90 karkerên çandiniyê di daneyan de cih girt.

Nûçeya herî dawî ji Riha û Qeyseriyê hat. Li navçeya Siwêrega Rihayê di encama lihevketina du kamyonên ku piraniya karkerên çandiniyê yên jin di wan de bûn de, 20 karkerên çandiniyê birîndar bûn. Qeza di saetên şevê de li Taxa Kayakê ya girêdayî navçeyê pêk hat. Ekîbên tenduristiyê li ser agahiyê hatin û 20 karkerên çandiniyê yên di qezayê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

15 karker birîndar bûn

Li Qeyseriyê jî di encama qezaya ku mînîbusa karkerên çandiniyê û tankera sotemeniyê li hev ketin de 15 karker birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.