Li Reqayê konferansa jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan

Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, konferansa jinan bi bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin" dest pê kir.

Navenda Nûçeyan - Konferansa ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin" tê lidarxistin li Hola Mişwar a li Reqayê dest pê kir.

Konferans ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve hatiye organîzekirine. Endamên her du saziyan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, nivîsgehên jinan ên partiyên Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevger û rêxistinên jinan ên herêmê tevli bûn. Her wiha kesayetên serbixwe, wêjevan, helbestvan û bijîşkên jin, hinek mêvan ji Şam, Hims, Hema û Laziqiyeyê tevli konferansê bûn. Dê ji Başûrê Kurdistanê û Rojhilat jî tevlibûn bi riya Zoomê çêbibe.

Di konferansê de dê mijarên sereke yên wekî ‘Encamên Komploya Navneteweyî û bandorên wê li ser rewşa siyasî’, ‘Sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li gorî pîvanên navneteweyî’ û ‘Pêngavên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan’ bên nîqaşkirin.

‘Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin’

Di konferansê de hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî axivî û wiha got: "Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Me bersiva berxwedanê û parastina destkeftiyan ragihand. Îro jî li vê holê pêkhateyên ku li hemberî rêxistina herî terorîst DAIŞ’ê li ber xwe dane û bi ser ketine, kom bûne."

Zelîxe Ebdî, hişyarî da ku dewleta Tirk ji DAIŞ’ê xeternaktir e û wiha domand: "Dewleta Tirk çavnebariyên xwe li Rojhilata Navîn aşkera kirin û li herêmên ku dagir kirine komkujî pêk anîn. Gelek dewletan komkujiyên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nas kirin." Zelîxe Ebdî, destnîşan kir ku dewleta Tirk dê negihîje armanca xwe û anî ziman ku projeya neteweya demokratîk bersiva siyasetên dagirkirinê ye.

‘Divê jin dengê xwe bikin yek û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin’

Zelîxe Ebdî, ji bo têkbirina Komploya Navneteweyî ev bang kir: "Ji bo ku em komployê têk bibin, divê jin dengê xwe bikin yek û bi hev re ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin." Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî jî soza mezinkirina têkoşînê û şopandina xeta şehîdan heta rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

‘Heya şikandina dîwarên Îmraliyê emê çalakiyên xwe bidomînin’

Asiya El-Elî ya beşdarî konferansê bû bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Armanca dewletên kapîtalîst û hegemonîk ên di vê komployê de şikandin û qelskirina îradeya gel bû. Ji dema girtina Rêber Ocalan ve, dewleta Tirk tecrîd û cezayên giran ên dîsîplînê li ser wî sepand, her wiha 3 sal in rê li ber hevdîtina bi Rêber Ocalan re girt. Nehişt parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêk bîne û hemû qanûnên navnetewî binpê dike.”

Endama Înisiyatîfa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Asiya El-Elî destnîşan kir ku ev konferans di çarçoveya rêze çalakiyên ku wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên lidarxistin de pêk tê û wiha got: “Di serî de jî weke jin me nêzîkatiya wî ya ku me jê re azadî û mafên xwe bi dest xist, qebûl kir. Heta ku dîwarên Îmraliyê bên şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were emê çalakiyên xwe berdewam dikin.”

Konferans bi axaftina endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û helbestvan Medya Silêman û nîqaşkirina mijarên navborî berdewam dike.