Hewldana ‘Ji bo sibeyek baştir’ dibe bingeha têkoşîna hevpar

Li Cezayîrê bi armanca têkoşîna li dijî zêdebûna êrîşên zayendî, tacîz û tundiya dijîtal hewldana bi navê ‘Ji bo sibeyek baştir’ hat avakirin, jin li aliyekê ji hêza ku ji hev digrin failan eşkere dikin, li aliyê din jî têkoşîna hevpar didomînin.

NECWA RAHÎM

Cezayîr-Li dijî jin û zarokan êrîşên zayendî, tacîz, tundî û gef, bi zêde bikaranîna înternetê re hê zêdetir bûye. Tundiya dîjîtal, li ser hemû kesên ji her temenî û her beşê bi taybetî jinan di 10 salan de zêde bûye.  Tenê peyamên ku daxwazên zayendî digrin nava xwe di platformên medyaya dîjîtal de ji jinan re tên şandin. Weke li gelek bajarên cîhanê li welatên Rojhilata Navîn li dijî cureyên tundiya ku belav dibe jin di salên dawî de têkoşînek bi biryar didin meşandin. Ji ber tenebûna cezayên tund, nehişyariya civakê yek ji sedemên herî bingehîn ê zêdebûna vê tundiyê ye. 

Komek jin ji bo têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal û êrîşên zayendî û bi jinên ku rastî her cure tundiyê tên re pêştevaniyê bi pêş bixin di sala 2020’an de hewldana ‘Ji bo sibeyek baştir’  ‘Tomorrow is a better Day’ ava kirin. Zêdebûna hejmara jinên ku rastî êrîşên zayendî hatin, xistin tevgerê, bi armanca di mijara metirsiya vê rewşê de avakirina hişyariyê, hewldana ku di medyaya dîjîtal de dest pê kirin di demek kurt de belav bû. Ji avakera komê Lîna Farah Chboub der barê xebat û tiştên ku jinan jiyane de nirxandin kir.

Bêdengbûna jin û zarokan cesaretê dide failan’

Lîna Farah Chboub da zanîn ku jin û zarokên rastî êrîşên zayendî hatin ji ber zextên civakê tiştên ku jiyane naynin ziman û wiha got: “Fail ji vê rewşê cesaretê digrin, em hewl didin hemû cureyên tundiyê bi dawî bikin, ji ber wê me dest bi vê hewldanê kir. Gelek jin her roj rastî êrîşên zayendî tên, 60 dîmenên ku belge dikin û bi dehan serlêdan ji bo me çêbûn.”

Kampanyaya ‘Tacîzkar eşkere bike’ hat lidarxistin

Lîna Farah Chboub bal kişand ser xebatên hewldanê û wiha got: “Kampanyaya dijîtal ‘Tacîzkar eşkere bike’ ku sala borî hat destpêkirin û di platformên medyaya dijîtal de ji aliyê bikarhêneran ve rastî eleqeyê hat ku tacîzkarên jin û zarokan tacîz dikin, li kolanan, cihê kar û li cihên din ku ji dîmenên ku hatine belgekirin pêk tê herî zêde derket pêş. Ji derveyî vê em piştgiriya derûnî û hiqûqî ji bo jinan didin. Yek ji xebatên me yên herî zêde rastî eleqeyê tê perwerdeya parastina cewherî ku em didin jinan bû.”

Lîna Farah Chboub destnîşan kir ku di salekê de 200 jinan xwe gihandine wan û da zanîn ku jin bi vê xebatê bûne xwedî bawerî û xwe bi tenê hîs nakin. Lîna Farah Chboub bi bîr xist ku wêneyên aydê wê li ser medyaya dîjîtal hatine dizîn û di malperên porno û fuhûşê de hatine belavkirin. Lîna Farah Chboub destnîşan kir ku divê tacîz û failên tecawizê werin eşkerekirin