Li Bendava Duhokê cenazeyê jinek Êzidî hate dîtin

Hate ragihandin ku li bendava Duhokê cenazeyê jinek Êzidî ku ji xelkê Şengalê ye û li kampa Domîze jiyan dikir, hate dîtin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî agahiyên hatine ragihandin, beriya demek kurt, li bendava Duhokê cenazeyê jinek Êzidî hate dîtin. Lê heta niha sedema mirina jina Êzidî nayê zanîn û ti agahiyên fermî derbarê buyerê de nehatine belavkirin.

Li gorî heman agahiyan jina Êzidî ji xelkê Şengalê ye û piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê koçberî kampa penaberan a Domîze ya li Duhokê bû û li wir jiyan dikir.

Lê heta niha sedema mirina jina Êzidî nayê zanîn û ti daxuyaniyek fermî derbarê buyerê de ji aliyê dezgehên emnî ve nehatiye belavkirin.