Êrîşên Îsrailê li ser Xezayê berdewam dike

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di roja 136'an de li Xezayê hejmara kesên ku di êrîşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane 29 hezar derbas kiriye.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Zîvala Xezeyê di encama êrîşên Îsraîlê de 29 hezar û 92 kesan jiyana xwe ji dest dane. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, diyar kir ku ew bi biryar in êrîşî Refahê bikin. Di heman demê de wezîrê kabîneya şer Benny Gantz jî bi gotinên 'eger dîlgirtî heta meha Remezanê venegerin malên xwe' wê şer li her derê bidome gef xwar.

Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 107 kes hatine kuştin. Hate ragihandin ku ji destpêka şer û vir ve 69 hezar û 28 kes jî birîndar bûne.

‘Gelê Filistinê di rewşa mêtingeriyê dene’

Wezîrê Karên Derve yê Fîlîstînê Rîad Al Malîkî ji Dîwana Edaletê ya Navneteweyî re got, gelê wan di bin dagirkeriya Îsraîlê de di rewşeke 'mêtingerî û apartheîdê' de ye.

Al Malîkî li dadgeha herî bilind a Neteweyên Yekbûyî axivî û got, "Fîlîstînî di bin mêtingerî û apartheîdê' de ne û got, "Hin mirov ji vê gotinê aciz dibin, lê belê divê ew li hemberî rastiya me aciz bibin."

Ji îro û pê ve Dîwana Edaletê ya Navneteweyî li ser encamên hiqûqî yên dagirkeriya Îsraîlê yên ji sala 1967'an û vir ve ya li ser xaka Fîlîstînê rûniştinan lidar dixe. Bang li 52 welatan hate kirin ku îfadeyê bidin. Ev rûniştin weke 'yên mîna wê beriya niha nehatine kirin' tê nirxandin.

DYE, Rûsya û Çîn wê li Qesra Aştiyê ya li Laheyê hefteyekê ji dadgeran re biaxivin.

‘Armanc serkeftinek tam e’

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, diyar kir ku ew bi biryar in êrîşî Refahê bikin û got: "Her kesê ku dixwaze pêşî li operasyona me ya li Refahê bigire, tê wateya ji me re dibêje ku şer winda bikin. Ez ê li hember vê yekê serî netewînim.”

Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê de destnîşan kir ku ew armanc dikin li dijî Hamasê "serkeftinek tam" bi dest bixin.

Endamê kabîneya şer Benny Gantz da zanîn ku wê êrîş bi awayek koordîneyî û di çarçoveya diyaloga bi 'hevparên Emerîkî û Misirî' re bê kirin. Benny Gantz bi bîrxist ku ji bo ‘sivîl bi ewlehî-hêsanî werin tehliyekirin û hejmara windahiyan kêm bibe’ amadekariya wan heye.

Îsraîlê heta niha daxuyaniyeke fermî nedaye ka wê sivîlan bi çi awayî û tehliyeyê kuderê bikin.

Benny Gantz li Qudsê got: "Eger dîlgirtî heta meha Remezanê venegerin malên xwe, wê li herêma Refahê jî di nav de li her derê pevçûn dewam bikin."

Wezîrê Îsraîlê got: "Vebijarkek Hemasê heye. Ew dikare teslîm bibe, dîlgirtiyan serbest berde û sivîlên li Xezeyê dikarin cejna Remezanê pîroz bikin."

Îsarail dewletek yek alî ya Filistinê nas nake

Li gorî nûçeya Reutersê, Îsraîlê dijberiya xwe ya li dijî "naskirina yekalî" ya dewleteke Fîlîstînê fermî kiriye û anî ziman ku divê peymaneke bi vî rengî bi rêya muzakereyên yekser pêk were.

Li gor daxuyaniyê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ev "biryara îlankirinê" pêşkêşî dengdana kabîneya wezîran kiriye û kabîneyê jî bi yekdengî ev yek pejirandiye.

‘Dîwana edaletê wê ji bo hilweşîna pêkhatî li hev kom bibe’

Dîwana Navneteweyî ya Edaletê (UAD) ya li Laheyê ku dadgeha herî bilind a Neteweyên Yekbûyî ye, wê îro encamên qanûnî yên dagirkeriya Îsraîlê ya li ser axa Filîstînê ji sala 1967'an û vir ve pêk hatine, lêkolîn bike.

Ev rûniştinên ku wê li ser daxwaza Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bên kirin, bi temamî mijareke cuda ye ji serîlêdanên bilind ên Afrîka Başûr ên di dema dawî de pêşkêşî Dadgehê hatine kirin. UAD’ê ji bo serlêdana Efrîkaya Başûr a li dijî qirkirinê biryara “tedbîra lezgîn a jiyanê” dabû Îsraîlê.

‘Ya li Xezayê ne şer e, qirkirin e’

Serokdewletê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva jî li dijî Îsraîlê nerazîbûnek tund diyar kir.

Luiz Inacio Lula da Silva got: “Ya li Xezeyê diqewime ne şer e, qirkirin e” û êrîşa Îsraîlê şiband êrîşên qirkirinê ya Naziyan a li hemberî Cihûyan.

Benyamîn Netanyahu jî bi hêrs bersiv da daxuyaniya Lula û got: "Serokdewletê Brezîlyayê bêhurmetî li bîranîna 6 mîlyon Cihûyên ji aliyê Naziyan ve hatin kuştin, kir. Divê şerm bike."

Ji bo ravekirina gotinên Lula bang li Sefîrê Brezîlyayê yê li Îsraîlê hate kirin.