Li qesra Rumine panêla “Jin, Jiyan, Azadî”

Di salvegera 100’emîn a peymana Lozanê de li qesra Rumine a ku peymana Lozanê lê hatibû îmzekirin, panêl hate lidarxistin. Di panêlê de hat diyarkirin ku “dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi felsefeya azad a Abdullah Ocalan jiyanî bû.”

Navenda Nûçeyan – Di çalakiyên ku li qesra Rumine a ku peymana Lozanê hatibû îmzakirin de panelek hat lidarxistin. Piştî  panêla ku bi navê “1923 Lozan, Kurd li ku derê bûn?” hat lidarxistin, vê heftê jî panêla “Jin, Jiyan, Azadî” hat lidarxistin.

Mase ya ku Peyman li ser hatibû îmzakirin hat nîşandan

Beriya panela ku bi beşdariya endama Navenda Jineolojiyê ya Brukselê Elîf Kaya û Dîroknasê Hunerê yê Swîsreyî Matthieu Jaccard hat organîzekirin, temsîla masaya ku Peymana Lozanê li ser hatiye îmzekirin a di sala 2015'an de ji aliyê hunermend Mîrkan Denîz ve hatiye çêkirin, li salonê hat pêşandan.

Li ser navê Komîteya Lozan 2023 Sevgî Koyuncu der barê zincîra panelên ku li Lozanê hatin lidarxistin de agahî da. Di panela ku bi pêşkêşvaniya dîroknasê hunerê Matthieu Jaccard dest pê kir de Matthieu Jaccard diyar kir ku salvegera Qirkirina Ermeniyan a di 24'ê Nîsana 1915'an de pêk hat nêzîk dibe û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

‘Gelê Rojhilata Navîn û yê Asyayê di bin gefên qirkirinê de ne’

Matthieu Jaccard bal kişand ku li ser dîroka mirovahiyê di her pêvajoyê de fikre qirkirin û dagirkeriyê hatiye jiyan kirin, gelê Rojhilata Navîn û yê Asya yê hîn jî bi vê hişmendiyê di bin qirkirin û dagirkeriyê de jiyan dike. Matthieu Jaccard bal kişand qirkirina ku li ser gelê Ermenî û Rum yên qedîm hatiye kirin û wiha gotinê xwe domand: “Di bin gefa qirkirinê de, peymana ku 100 sal berê li vir hatibû îmzekirin, li Kurdan vegeriya."

‘Kurd zimanê xwe parastin’

Navenda Jineolojiyê ya Brukselê Elîf Kaya danasîna jineolojiyê kir destnîşan kir ku gele Kurd yên ku li axa Mezopotamyayê dijîn bi destê dewletên Emperyalist hat 4 perçekirin, gelê Kurd rûxmê gefên qirkirinê jî bi îrade û tekoşînek xurt zimanê xwe û kevneşopiyên xwe yên civakî parastine.

‘Kurd şoreşa jin afirandin’

Elîf Kaya da zanîn ku şoreşa Rojava bi berxwedanê bi ser ketiye di ronahiya paradîgmaya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye afirandin û wiha dewam kir: “Tevî bi dehan qirkirinan jî gelê Kurd cihê xwe di nava serhildanan de girt. Bi parastina nasname, ziman û kevneşopiyên xwe di afirandina şoreşa jinê de bi ser ketin. “Jin, jiyan, azadî” ku ji Rojava derketiye û li Rojhilatê Kurdistanê û îro li tevahiya Rojhilata Navîn weke axaftineke hevpar bi felsefeya azad ya Abdullah Ocalan ketiye jiyanê."

Panel bi pirs û bersivan dewam kir û bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Çalakiyên Peymana Lozanê wê bi pêşangeha ku wê di navbera 28'ê Nîsanê û 19'ê Gulanê de pêk were bidome.