‘Li herêma erdhejê tenduristî di bin xirbeyan de ma’
SES'ê têkildarî herêma erdhejê raporek amade kir. Di rapora ku hat diyarkirin xebatkarên tenduristiyê wek mexdûrên erdhejê nayên qebûl kirin de, wiha hat gotin: “Rêvebiriya tenduristiyê di xirabeyan de maye"
Navenda Nûçeyan- Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) di meha duyemîn a erdhejên navenda wan Mereşê de têkildarî rewşa herêmê raporek amede kir. Rapora ku tê gotin: "Rêveberiya tenduristiyê di xirabeyan de me” bi raya giştî re hat parve kirin.
Xebatkarên tenduristiyê wek mexdûrên erdhejê nehatin hesibandin
Di rapora ku hat diyarkirin ku li Hatayê tenê nexweşxaneya Sahra û servîsa lezgîn a zaningehê û polîklînîkên nexweşxaneya dixebitin, ev tespît hatin kirin:
“Balkêş e ku li Îskenderûn, Samandag, Antakya û Defneyê di asta herêmî de xizmetên tenduristiyê yên bi temamî nîne. Ji ber ku Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê erdhejê bê xisar derbas kir, ji roja ewil ve xizmetê dide û hemû barê herêmê girtiye ser milê xwe. Bi vî yekê re ji ber kêmbûna asta hilweşaniya li navçeyê, xebatkarên nexweşxaneyê wek mexdûrên erdhejê nehatine qebûlkirin û bi tempoya zêde xebatên xwe dewam kirine. Nexweşxane bi kapasîteya tem dixebite û bi zêdebûna hejmara nivîn û peywirên xebatkarên tenduristiyê re hewl dide ku derfetên xwe di asta herî bilind de bikar bîne."
Mirina bi hezaran mirovan nehat tomarkirin
Di rapora ku hat destnîşankirin ku bi taybetî li herêma erdhejê kesên ji 'Pergala Agahdariya Mirinê' (OBS) nehatine qeyd kirin, hêj wek "saxê” tê dîtin de, wiha hat: “Bi hezaran mirovên raporên mirinê nehatine dayin hene. Ev jî dihêle ku nikarin bigihîje hejmarên rastîn ên mirinan. Ev rewş di heman de ji bo xizmên kesên windayan jî xisareke mezin a derûnî çêdike.”
Pirsgirêk wek roja destpêke ye
Di raporê de hat destnîşankirin ku xizmetên tenduristiyê û koordînasyon bi tevahî nehatin misoger kirin, ev tespît derketine pêş:
“*Tevî ku 2 meh li ser erdhejê re derbas bûne jî, pirsgirêka stargehê pirsgirêka ku herî zêde behsa wê tê kirin didome ye. Hîn welatiyên ku nikarin xwe bigihînin kon hene. Kesên ku ji erdhejê rizgar bûne hewl didin di bin şert û mercên dijwar de di konên ku bi derfetên xwe vedane de bijîn. Welatî ji ber pirsgirêkên av, tuwalet û serşokê daxwaza konteyniran dikin.
*Xurak li piraniya cihan wek yek cure (fasûlyeya hişk, nîsk, mekerne, birinc û hwd.) tê dayîn. Her çend ew hewcedariyên proteîn û karbohîdartan misoger dike jî, diyar e ku xwarinek têr û hevseng nayê misoger kirin. Li gel kêmbûna malêaş, ji bo xwarinên sar, bi taybetî xwarinên zebze yên ku li Adiyemanê kêm tê teşwîqkirin ku gel bi xwe çêbike. Lê belê şert û mercên çêkirina xwarinê di çadir û konteyniran de pir netêr e.
*Rêveberiyên tenduristiyê yên navçeyan ne xwediyê agahiya nifûsê ye ku ji bo peydakirina karûbarên pêşîlêgirtinê ya herî krîtîk û ji bo çavdêriya ku ji bo plansazkirin û domandina karûbarên ku li bajarên konan têne peyda kirin ne xwediyê nnivîsandina guncaw e.
* Her çiqas vajînît, sîstît û enfeksiyonên zayendî yên ku di destpêka erdhejê de zêdetir in kêm bûne jî hebûna xwe didomînin. Ji van pirsgirêkan re negirtina mîzê, pêvajoyên regl ên dirêj dido, anemî, ser êş, êşa diranan, di dest û lingan de egzama, zêde dibin. Barê karê lênêrînê ku di şert û mercên erdhejê de zêde dibe, ji bo jinan di asta pirsgirêka herî girîng a tenduristiyê de ye.”