‘Dîroka çapemeniya Kurd bi qasî şoreşa Kurd zehmet bû’
Rojnameger Stêrk Gulo ya bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurd axivî vê rojê li tevahî kedkarên rojnamegeriya Kurd pîroz kir, bal kişand li ser zextên li dijî rojnamegeran û got, “Dîroka çapemeniya Kurd bi qasî şoreşa Kurd zehmet bû.”
BÊRÎTAN ZINAR
Qamişlo – Di 22’ê Nîsana 1989’an yekem rojnameya bi zimanê Kurdî ya bi navê Kurdistanê li paytexta Misrê Qahîreyê ji aliyê Miqdat Mîthat Bedîrxan ve hat çapkirin. Ji ber êrîş û zextên li ser ziman, hebûn û nasnameya kurdî yekemîn rojnameya kurdî li derveyî welat derket. Rojnameya Kurdistan piştî hefteyek ji aliyê Padîşahê Osmanî Sultan II. Abdulhamît ve hat qedexekirin. Ji ber zextên li ser rojnameyê ji hejmara 6’an şûnde li Cenev a Îsvîçre, Îngîltere û Fransayê hat çapkirin.
Têkoşîna ragihandina heqîqetê ku bi taybetî li welatek mîna Kurdistanê ku bi sedan salan e rastî polîtîkayên înkar û îmhayê tê, bi ev gava yekemîn bipêş ket. Bi têkoşîna azadiya gelê Kurd a nîv esr e didome rojnamegeriya Kurdî jî pêşketinên mezin jiya. Di sala 1993’an de Rêveberiya Weşana Giştî ya Rojnameya Gundem Gurbetellî Ersoz bû yekemîn gerînendeya giştî ya jin a li Tirkiyê.
22’yê Nîsanê ku di heman demê de salvegera çarpkirina yekemîn rojnameya Kurdî ye, ji sala 1973’an ve wek roja Rojnamegeriya Kurd tê pîrozkirin. Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurd ku xwe dispêre mîrateyek mezin, me bi rojnamevan Stêrk Gulo re guftûgo kir.
Yekem rojnameya Kurd: Kurdistan
Stêrk Gulo di destpêka axaftina xwe Roja Rojnamegeriya Kurd li tevahî kedkarên çapemeniya azad pîroz kir. Bi gotina “Li kurdistanê rojnamegerî bi awayek hêsan nehat avakirin” Stêrk Gulo bal kişand li ser polîtîkayên li dijî hebûna Kurd û wiha pêl da axaftina xwe: “Rojnameya Kurdistan a 125 sal berê hat çapkirin û bû destpêka Roja Rojnamegeriya Kurd ne li erda Kurdistanê hat çapkirin. Wek rojnamegerên Kurd bê guman ev cîhê êşê ye. Çima li Kurdistanê ne hat avakirin? Ji ber ku nasname, çand û zimanê Kurd li Kurdistanê qedexe bû. Heqîqetek ku nixumandî bû, bi zextan hewl dihat dayîn ku neyê dîtin.”
Stêk Gulo anî ziman ku di şert û mercên derketina yekem rojnameya Kurd de li Kurdistanê nasnameya Kurd qedexe bû û bilêv kir ku rewşa rojnamegeriya Kurd ji vê yekê ne qût bû. Stêrk Gulo di domahiya axaftina xwe wiha got: “Heqê gele Kurd nîn bû ku rastiya xwe nas bike, dîrok û fikre xwe nas bike. Em dikarin bibêjin ku Kurdistan bûbû welatê qedexeyan. Li ser înkar û tunebûna Kurd hebûnek hatibû avakirin. Ji bo vê jî dema me bi navê Kurdistan tiştek dibihîst an jî didît bi me re kelecanek pir mezin dida çêkirin. Polîtîkayên ku li ser Kurdan hate meşandin li ser esasê înkarkirina Kurd bû. Dewlet digot ku pêwîst e li Kurdistanê ne pirtûk, ne dîmen, ne wêne tiştekî nebe; hemû şewitandin tune kirin. Ango heqîqetek bi wî awayî hebû. Bi giştî nasnameya kurd qedexe bû. Ji bo vê jî li Kurdistanê rojnamegerî ne tiştek hêsan bû. Di nav pençeya qirkirinê de berxwedanek mezin bû, ji ber vê sedemê rojnameya Kurdistan li Kurdistanê derneket. Rewşenbîrên Kurd neçar man li derveyî Kurdistanê ev xebat bimeşînin.”
Bi şoreşa Kurdistanê re rewşa rojnamegeriya Kurd
Stêrk Gulo anî ziman ku bi tekoşîna 50 salî ya tevgera Kurdistanê re zimanê şoreşê ava bû û hişt ku hinek rastî derkeve pêş. Stêrk Gulo wiha domand: “Edî jina Kurd, gelê Kurd dikarîbû bêje ku ‘ez heme’, dikarîbû bi Kurdî binivîse û rehet xwe pênase bike. Azadiya fikir bi derfetê şoreşê re derket pêş, derfetek gelek zor û zehmet bû. Yek ji mînaka herî berçav şoreşa rojavayê Kurdistanê bû. Beriya şoreşa rojavayê Kurdistanê, di gelek pirtûkan de û ji aliyê gelek kesên ku xwe wek akademisyen û dîroknas pênase dikin dîrok hatibû berovajîkirin. Li Kurdistanê çapemeniya desthilatdar hişt ku polîtîkaya îktîdarê ya tecavûzkar, înkarkirin û tunekirinê ser piyan bigre. Çapemeniya desthilatdar li Kurdistanê rolek wisa girt li ser milê xwe. Hişmendiya dewletparêzî ya yek al, yek yek ziman, yek çand xwe li Kurdistanê serwer kir û pir eşkere xwe da xuyakirin. Lewra çapemeniya Kurd a ku bi şoreşê re derket pêş û bû heqîqeta denge şoreşê. Çawa ku gelê Kurd dest bi lêgerîna azadiyê kirin, li çapameniyê jî gavek bi wî awayî hat avêtin û bi şoreşa Kurdistanê re derfetê çapemeniyê hat avakirin.”
Rojnameya Serxwebûn
Stêrk Gulo destnîşan kir ku bi şoreşa Kurdistanê re yekem rojnameya ku hat çapkirin rojnameya Serxwebûn e ku di Çileya 1982’an de hat çapkirin û wiha axivî: “Ev bi derfetên pir bi zehmet çêbû nekaribûn pel peyda bikin yan jî pel bihata peydakirin jî çawa di nav gel de belav bikin gelek zehmet bû. Li Rojavayê Kurdistanê jî bi vê awayê bû. Kes nikaribû vê fikrê eşkere belav bike. Ji ber ku bedelek giran dixwest. Dîroka çapemeniya Kurd bi qasî şoreşa Kurd zor û zehmet bû. Tekoşînek bê hempa dihat xwestin. Ji ber ku heqîqet hatibû berovajîkirin. Ji bo tu ji nû ve vê heqîqetê bibêjî û bibî zimanê vê, tekoşînek pir zêde jê re pêwîst bû. Ji bo hebûna Kurd jî di qada çapameniyê de xebatên pir berfireh hat meşandin. Ji bin pençê deshilatdariya ku civak ji rastiya xwe qut kiribû wek çapemenî wê hişyarkirin û rastiyê jê re ragihandin ne tiştek hêsan bû. Di rastiya dijminek bi wî awayî de di qada çapemeniyê de heqîqeta Kurd anîna ser ziman pir zehmet bû.”
Zext û êrişên li dijî rojnamegerên Kurd
Stêrk Gulo bi van gotinan bal kişand li ser zextên li dijî rojnamegerên Kurd hat kirin: “Ger were bala me li Bakurê Kurdistanê di sala 1990’an de gelek cihên rojnameyan hat armanckirin, gelek xebatkarên ku rojname belav dikirin hatin şehîdxistin. Ev kiryar li çar perçeyên Kurdistanê hat jiyankirin. Ji bo rojnameyek Kurdî were belavkirin bedelên pir giran hat dayîn. Ji ber ku desthilatdarî pir ji fikre azad ditirsiya dixwestin kesayetên kerr, lal û korr ava bikin heya roja me îro ev hewildana desthilatdariyê berdevam dike.”
Li Rojava bi dehan şopdarên heqîqetê
Stêrk Gulo di berdewamiya axaftina xwe de rojnamegerên ku bi şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê re di oxira heqîqetê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got, “Nûçegehanî bi sere xwe ragihandina rastiyê ye, agahî dayîna civakê heta perspektif dayîna civakê erka wê ya sereke ye. Li Kurdistanê ev hişmendî kengî hat avakirin? Dema ku bi rastiya xwe re rûbûrû hat. Ev jî hişmendiya dagirkeriyê hêjand û ji ber vê sedemê li ser çapmeniya azad zextek pir mezin çêbû. Gelek hevalên me yên rojnamevan ji bo heqîqetê derxînin holê şehîd ketin. Bi vê muNasebetî ez dixwazim hevalê me Rizgar Adanmiş yê ku di 12’ê Cotmeha 2017’an li Dêrezorê di encama erîşa çeteyên DAÎŞ’ê de bîrîndar bû û di 18’ê Qanûna 2017’an de gihîşt asta şahadetê bibîr bînim. Heval rizgar beriya ku biçe Dêrezorê got, “Li şoreşa rojava ger pêwîst bike ji bo wêneyek jî be ez amade me ku şehîd bikevim.” Bi rastî jî çû ji bo rastî û hovîtiya DAIŞ’ê ji cîhanê re ragihîne canê xwe feda kir.
Li Kurdistanê ji bo tu wêneyek bigrî an jî nuçeyek rast ragihînî tu bedelek giran didî. Li hember şerê DAIŞ’ê gelek hevalên me yê rojnamevan li berxwe dan, yek ji wan jî heval Dilşa Îbîş, Mistafa Mihemed, Hogir Mihemed bû. Herî dawî jî heval Îhsam li Dêrikê di erîşa dewleta tirk de şehîd ket. Di wan şahadetan de jî xuya dike ku bûyîna rojnamegerek Kurd ne hêsan e. Di xeta Gurbetellî Ersoz de nûçegihaniya Kurd bilind bû. Li Kurdistanê nûçegihanî ne tene ew e ku tu bûyerek bibînî û ragihinî. Rastiya wê çi ye? Polîtîkayên ku tê meşandin bi çi awayî ye? Pêwîst e tu tiştê şaş xera bikî û siyasetekî rast bidî avakirin yanî heqîqetê bibêjî. Ji ber ku ne gengaz e tu li Kurdistanê beyî ku şoreş bikî heqîqetê binî ser ziman.”
Di rojnamegeriya Kurd de jin
Stêrk Gulo bal kişand ku rastiya jin jî bi qasî rastiya gel hatibû tunekirin wiha û got: “Bi qasî ku rastiya gelek hat tunekirin ew qas rastiya jin jî hatiye tûnekirin ji ber vê jî dema ku ev rastî hat nixumandin û di qada rojnamegeriyê de bû mijara nîqaşê. Wek roj derket holê, edî ber bi çav eşkere bû. Ji ber ku bi çavê jin li bûyeran ango pirskirêkan hat meyzekirin. Di rojnamegeriya kurd de qonaxek nû da avakirin. Lewma xeta Gurbetellî Ersoz xeta hişmendiya azad ya kedkarên çapemeniya jin e. Mînak berxwedaniya jinan yên ku li heremên parastina medyayê dimeşînin, hem li berxwe dide hem jî ji cîhanê re radigihîne. Em bala xwe bidinê li Efrînê di êrişên dagirkeriya Tirk de ewqas zarok, jin, mirov hat kuştin. Çapemeniya Kurd jî xwest vê komkujiyê ji cîhanê re ragihîne. Lê ji ber ku berjewendiyê hêzên hegemon di vê dagirkerkeriyê de hebû bêdeng man.”
‘Desthilat dixwaze dengê heqîqetê ji binî ve bêdeng bike’
Stêrk Gulo bal kişand hin saziyên ragihandina Kurd ku li dijî şoreşa gelan û bi zimanê desthilatan kar dikin û wiha got: “Mixabin hinek dezgehên çapemeniya Kurd jî hene ku hê jî ji hêzên desthilatdar re berdevkiyê dikin, hîn jî naxwazin şoreş bi serkeve û hîn jî 24 seetan li dijî şoreşê nûçeyên derew çêdikin. Ji bo vê jî erka rojnamegerên jin pir zede ye. Dema ku di 29’ê Hezîrana 2020’an de wek jinên rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe rêxistin kir me vê tiştê ji xwe re esas girt ku em çawa li dijî pergala dewletperezî li Kurdistanê hişmendiya civakek netawa demokratik ava bikin. Ez hîn jî rojnamegeriya Kurd di vê warî de lewaz dibinim. Pêwîst e hîn baştir were xurtkirin. Pêwîst e jinên ku bûne sembol yên ku bala cîhanê giştî dikşîne hîn zêdetir bidin naskirin. Serhildana ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê zanîn cihê şehnaziyê ye û îro rojnamegerên ku vê serhildanê ji cîhanê re ragihandin aniha girtî nê. Hinek ji wan wenda ne. Di heman demê de li bakurê Kurdistanê jî bi sedan rojnameger di zindanan de ne. Ev zexta ku li ser rojnamegerên Kurd, bi taybet li ser rojnamegerên jin tê kirin ne ji ber xwe ve ye. Desthilat dixwaze dengê heqîqetê ji binî ve bêdeng bike.”
‘Li Kurdistanê rastî nayê veşartin’
Stêrk Gulo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Herî dawî ez dibêjim ku wek jin erka me ye ku em xwedî li vê xetê derkevin, encam çi dibe bila bibe divê ev rastî were gotin û li Kurdistanê rastî tu cara neye weşartin. Divê keda hevalên me yên jin yên ku divê oxirê de canê xwe dan nîvî nemine û wek rojnamegerek Kurd di 125. salvegera rojnamegeriya Kurd de em carekî din soza xwe nû dikin, ji ber ku pêvajoya şoreşê pêvajoya ragihandinek rastî bi xwe ye.”