Li Akrê jineke ciwan bi guman jiyana xwe ji dest da
Şeva borî li gundê Bedirîkê yê bajarokê Akrê jineke ciwan bi guman jiyana xwe ji dest da û kesûkarek wê got ku xwe şewitandiye.
Navenda Nûçeyan- Li Başûrê Kurdistanê bûyerên xwekuştin û xweşewitandina bi guman her roja ku diçe zêde dibe û bi navê întiharê ser bûyeran tê girtin, kujer jî bê ceza dimînin. Vê yekê jî wisa kiriye ku rewşa jinan li Başûrê Kurdistan û Iraqê di metirsiyê de ye.
Li gorî zanyariyan şava borî li gundê Bedirîkê yê girêdayî navçeya Girdesên a girêdayî bajarokê Akrê, jinek ciwan a bi navê V.Ş. bi awayek guman jiyana xwe ji dest da û kesûkarên wê dibêjin ku wê xwe şewitandiye. Lê bele heta niha sedema bûyerê nehatiye aşkerakirin û hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirin.
Di nava hefteyek de çend bûyerên mirina bi guman
Hêjayî bibîrxistinê ye di nava vê hefteyê de çar bûyerên mirina bi guman li Başûrê Kurdistanê û Iraqê rûdan. Roja 18’ê Nîsanê jineke ciwan a bi navê Lara Elî Reza ku nişteciha navçeya Ranyayê bû bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Her wida di 18’ê Nîsanê de li parêzgeha Ziqarî ya Başûrê Iraqê di nava çend saetan de du bûyerên bi guman ên mirina du jinan tomar kir ku temenê wan 18 û 19 salî bû.