Li Qamişloyê xwendekaran got ‘Em biryara hikûmeta demkî qebûl nakin’
Li Rojavayê Kurdistanê û bajarê Qamişloyê komek xwendekaran daxwaza mafê xwe yê Zimanê Kurdî kir û gotin “Ji bo Zimanê Kurdî bi hezaran kes şehîd ketine. Em ê jî wekî xwendekar, li ser şopa şehîdan bin.”
Qamişlo – Hikûmeta demkî di 27’ê Tebaxê de biryarnameyek ragihand ku tenê di heftiyê de 3 seat Zimanê Kurdî bê xwendin. Ji ber vê yekê ji 27’ê Tebaxê vir ve çalakiyên gel, mamoste û xwendekaran berdewam in û her nerazîbûna xwe nîşan didin.
Lêbelê, sedema sereke ya bertekên li Rojavayê Kurdistanê ew e ku daxwaza Kurdan ne tenê zimanê Kurdî wekî ders were hînkirin, lê daxwaz ew e ku ew bibe zimanê perwerdeyê û tevahî wane bi zimanê Kurdî were dayîn û dibistan û di tevahî Suriyeyê de bibe zimanê duyemîn. Zanîngeha Rojava, mamoste û rêxistinên sivîl ên cûrbecûr daxwaz dikin ku ev biryar were betalkirin.
Îro ji xwendekar li Kompleksa Perwerdehiyê kom bûn û daxwaza mafê xwe yê Zimanê Kurdî kirin. Xwendekaran destnîşan kir ku heta ku mafê xwe bidest bixin, ew dê çalakiyên xwe bidomînin.
‘Ji bo Zimanê Kurdî bi hezaran kes şehîd ketine’
Xwendekara refa 12’an Zêrîn Mihemed ji ajansa me re nerazîbûna xwe ya li hember biryara hikûmeta demkî anî ziman. Zêrîn da zanîn ku tu carî xeyal ne dikirin ku piştî têkoşîna salan e ji bo Zimanê Kurdî, herî dawî di heftiyê de tenê sê ders bên diyarkirin û wiha got: “Ev biryar nayê qebûlkirin. Ji bo Zimanê Kurdî bi hezaran kes şehîd ketine. Em ê jî wekî xwendekar, li ser şopa şehîdan bin û tekez emê xwendina xwe bi Zimanê Kurdî berdewam bikin.”