Li Qamişlo bi sernivîsa ‘şer û zagon’ semîner hat dayîn
Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk bi koordîneya Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê, ji bo nîqaşkirina şer û zagonên navdewletî yên mafê mirovan, li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê semînerek li dar xist.

Qamişlo - Bi armanca nîqaşkirina mijara şer a ku ev çend sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyê jî dewam dike, zirarên ku bêtir digihêjin jin û zarokan û her wiha zagonên navdewletî yên ku pêwist e mirovan biparêze di rewşa şeran de, îro li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi koordîneya Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê semînerek li dar xist. Jinên ji pêkhateyên cuda, sazî û dezgehên jinan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl di semînerê de amade bûn.
Semîner ji aliyê Rêveberiya Saziya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma ve hat rêvebirin.
Parastina zarok û jinan ji belaya şer
Di semînera hat destnîşankirin ku bandora şerê çekdarî bi taybetî li ser zarok û jinan heye, hat diyarkirin ku zarokên di bin 18 saliyê de bi taybetî ji şerê çekdarî re metirsîdar in. Her wiha hat gotin ku ji ber êriş û bombebaranên dewleta Tirk ên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorek neyînî li ser jiyana zarokan dike ji ber van êrişan zarok derfeta perwerdehiyê winda dikin û pêşkeftina wan a derûnî û laşî bi bandorek neyînî dibînin.
Di semînera hat gotin ku hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li Sûriyeyê yekem pêkhateya leşkerî ye ku di Hezîrana 2019’an de bi Neteweyên Yekbûyî re planeke çalakiyê ya ji bo parastina zarokan a ji bandorên şer îmze kiriye û hat gotin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî yek ji piştgirên vê plana çalakiyê ye.
‘Bandorên şer û girîngiya danasîna wê ji jinan re’
Rêveberiya Saziya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma têkildarî armanca lidarxistina vê semînerê, her wiha girîngiya wê ji bo parastina jin û zarokan ji qeyranên şer, axivî û got: “Em hemû dizanin ku ev zêdetirî 10 sal in welatê me tûşî şer bûye, ji ber ku şer bi xwe re gelek bandorên neyînî li herêmê kiriye. Li ser vê bingehê me îro bi Mclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re hevrêzî kir ji bo axaftina li ser hiqûqa navneteweyî ya ji bo parastina mirovan di şer de û danasîna wê semînerekê li dar dixin. Kategoriya sivîl ji ber ku rastî koçberkirin, kuştin û koçberkirina bi darê zorê tê, herî zêde li hemberî bandorên neyînî yên şer tê dîtin. Me xwest ku di serdema şeran, ji ber vê yekê m bi qanûnan vê yekê ji wan re diyar bikin û ji bilî vê yekê jî em ê ronî bikin ka mirov çawa cezakirina mirovan diyar dike.”
Herî dawî semîner bi pirsê li ser çawaniya pêşîlêgirtinê ya bandora şer li ser zarok û jinan, hatin bersivandin.