Li qada Galatasarayê vê hefteyê jî 25 kes hatin binçavkirin

Dayîkên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê hefteyê jî ruxmê hemû astengiyan barîkat derbas kirin, qerenfîl danîn qada Galatasarayê. Di çalakiya vê hefteyê de, Dayik-Mirovên Şemiyê bi destên kelebçekirî hatin binçavkirin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê yên bi daxwaza aqûbeta windayan zelal bibe û faîl bên darizandin û girtin her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixin, di hefteya 965’emîn de jî çalakiyê li dar xistin. Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Umît Efe, parlamenera Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan, Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn.

25 car in çalakî tê astengkirin

Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî qedexekirina qadê biryara ‘binpêkirinê’ da jî 25 hefte ne polîs nahêlin Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bibin. Polîsan dîsa bi hinceta biryara ‘qedexeyê’ ya Qeymeqamiya Beyogluyê çalakiya dayikan asteng kir. Polîsên ku destûr nadin çalakiyê wekî her hefteyê qadê û hemû kolanên ku derdikevin qadê bi bariyeran girtin.

Li dijî parlamenter gotinên tacîzkar

Dayikên Şemiyê û beşdaran xwestin di Cadeya Îstîklalê de bimeşin Qada Galatasarayê, polîsan ew dorpêç kirin. Di dorpêçê de polîsan parlamenter Ayşegul Dogan bi gotinan tacîz kirin û gotin; “Hefteya borî porê we fonkirî bû lê vê hefteyê na, hema bêje me hûn nas nekir.”

 ‘Wê dengê min qut nebe’

Hanîfe Yildiz a ku polîsan wê li pişt bariyeran hişt diyar kir ku ew hesabê windakirina kurê xwe Mûrat Yildiz dipirse û got: “Ez ê her tiştî ji bo kurê xwe bikim. Ez dixwazim bi Ramazan Kaya, Tahîr Şerbetçî, Îsmaîl Ozturk re hevdîtin bikim. Ez dixwazim bi wan re hevrû bibim. Ez dayikek im ku min bi destên xwe lawê xwe bir qereqolê. Çawa vê yekê li min kirin. Ez ê li van bipirsim. Ka kameraya we li ku ye? Ez gazî wî komîserê bi navê Ramazan Kaya dikim, 28 salan te ez xapandim, te lawê min ji min veqetand. Niha lawê min tune ye, ez ê çi bikim. Lawê min ew bi tenê bû. Ez ê her biqîrim.”

Di vê navberê de polîsan destûr neda rojnamevan karê xwe bikin û wan derxistin derveyî qada dorpêçkirî.

 Bariyer derbas kirin û ketin qadê

Ji mirovên Şemiyê Masîde Ocak, Besna Tosûn û yên li gel wan bariyeran derbas kirin û heta qadê hatin û qerenfîl danîn erdê. Polîsan wan li vir dîsa dorpêç kir. Polîsan diyar kir ku Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal banga beşdariya çalakiyê kirine. Besna Tosûn ku bavê wê hatiye windakirin diyar kir ku ev agahî ne rast in û wan bangek wiha nekiriye.

‘AYM dibêje Dayikên Şemiyê biparêzin’

Masîde Ocak bal kişand ser biryara AYM’ê û li ber astengiya polîsan rabû got: “Dadgeha Destûra Bingehîn dibêje divê Dayikên Şemiyê bên parastin lê hûn her hefte li vê derê me bi kelebçeyan binçav dikin.”

25 kes hatin binçavkirin

Koma din a ku nêzî qadê bûn ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin nerazîbûn nîşanî astengî û dorpêçê dan. Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku ew careke din bi awayekî neheqî hatine astengkirin. Piştre polîsan gelek kesên mirovên windayan û parêzavanên mafan ên ku dorpêç kiribûn bi kelebçeyan binçav kirin. Navê 25 kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Alî Newroz Tosun, Alî Ocak, Asli Takanay, Begalî Kurnaz, Besna Tosun, Coşkun Ustercî, Davut Arslan, Denîz Aytaç, Dogan Ozkan, Eren Keskîn, Hanîfe Yildiz, Hasan Karakoç, Hatîce Korkmaz, Îkbal Eren, Îrfan Bîlgîn, Îsmaîl Yucel, Leman Yurtsever, Masîde Ocak, Mikaîl Kirbayir, Nazim Hikmet Dikbaş, Omer Kavran, Salim Derelîoglu, Taylan Bekîn, Turker Demîrcî, Umît Efe.”

‘Hiqûq vê Şemiyê jî hat binpêkirin!’

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî dan û destnîşan kirin ku Cadeya Îstîklalê ji her kesê re qedexe ye û wiha hat gotin: “Hiqûq, destûra bingehîn û mafên mirovan vê şemiyê jî qedexe ye! Qada Galatasarayê di dorpêça polîsan de ye.”