Li peravên Tunisê cenazeyê hezar û 290 koçberan hate derxistin

Wezareta Karê Hundir a Tunisê diyarkir ku ji destpêka sala nû heta 18′ê Îlonê cenazeyê hezar û 290 koçberên ku piraniya wan hemweltiyên biyanî bû ji peravên Tunisê hatine derxistin.

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Karê Hindir ê Tunisê Kemal El Feqî duh bi daxuyaniyekê ragihand ku piranî penaberên hewl didan koçber bibin hemwelatiyên biyanîne ku piştî keştiya wan li peravên welatên ber bi Îtalyayê ve diçûn noq bû, di encamê de 488 penaberan jiyana xwe dest da. Hêzên ewlehiyê ya Tunisê 5 hezar û 609 hewldanên derbaskirina sînorê ber bi peravên Ewropayê ve têk birin û 19 hezar û 33 kes rizgar kirin. Elî Feqî destnîşan kir ku 909 navbeynkar û kesên kiryarên koçberiya nefermî pêk tînin li gel 824 keştî girtine.

Berpirsekî Tunisî destnîşan kir ku hejmara penaberên hewl didan Deryaya Spî derbas bikin 72 hezar û 516 e û rêjeya Tunusiyên di nav wan de ji sedî 20’ê derbas nake.

Derbarê mijarê de gerînendeya Nivîsgeha Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY′ê ya li New Yorkê Rufin Menekdiwela got; ‘Heta 24′ê Îlonê zêdetirî 2 hezar û 500 kes di navbera mirî û windayên sala 2023′yan de hatine qeydkirin.’