Li Pakistanê di teqînê de 52 kes mirin

Li eyaleta Belûcistan a Pakistanê di teqîna ku çêbû de 52 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 50 kes jî bîrîndar bûn.

Navenda Nûçeyan-Li eyaleta Belûcistanê ya dikeve başûrê rojavayê Pakistanê teqînek çêbû. Hat tesbîtkirin ku di teqînê de 52 kesan jiyana xwe ji dest dane. Zêdetirî 50 kes di teqînê de bîrîndar bûn.  Îhtîmal heye ku çalakî xwekujî be.

Erîşa ku heya niha kesê negirtiye ser xwe serokê hikumetê ya demkî Anvarul Hak Kakar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal erîşê şermezar kir.