Li Nîjeryayê şewba kolerayê: 35 kesana jiyana xwe ji dest dan

Li eyaleta herî qerebalix a Nîjeryayê, Lagosê hejmara kesên ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 35 kesan.

Navenda Nûçeyan- Bakteriya Vibrio ku dibe sedema Kolereya bi riya av û xwarinê belav bibe, li Nîjeryayê bi lezgînî zêde dibe.

Komseriya Tendirustiya eyaleta Lagos a Nîjeryayê Akin Abayomî di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku di nava du rojan de 14 kesan ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest dane. Li gel vê hejmara dawî hejmara kesên ku ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 35 kesan. Akin Abayomî agahiya ku hejmara bûyeran gihîştiye 423’an parve kir, anî ziman ku ji bo pêşî li şewbê were girtin tadbîr girtine.

Li Nîjeryayê sala borî zêdeyî 3 hezar bûyerên kolerayê hatin dîtin û ji ber şewbê zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.