‘Hûsiyan zêdetirî 21 hezar binpêkirinên mafên zarokan pêk anîne’

Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê û Komeleya Mafên Mirovan a Ma'ounah, destnîşan kirin ku Hûsiyan li Yemenê zêdetirî 21 hezar binpêkirinên mafên zarokan pêkanîne.

Navenda Nûçeyan – Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê û Komeleya Mafên Mirovan û Koçberiyê ya Ma'ounah, ragihandin ku Hûsiyên ji aliyê Îranê ve têne piştgirîkirin, ji Çileya 2015’an heta Tîrmeha 2024’an li Yemenê zêdetirî 21 û 300 binpêkirinên mafên zarokan pêkanîne. Di nav van de 9 hezar û 914 cînayet, 6 hezar û 417 birîndarî, bi sedan revandin û destdirejî û zêdetirê 30 hezar jî leşkerên zarok hene.

‘Zarok jî neçarkirin ku ferdên malbata xwe bikujin’

Ev rapor, di civîna Konseya Mafên Mirovan a li Cenevreyê de hate pêşkêş kirin û hate nîşandan ku zarokên Yemenî bi trajediyên mîna qetilkirin, birîndarî, birçîbûn, nebûna perwerde û tenduristiyê, xebata bi darê zorê û şûştina mejiyê re rû bi rû ne. Hinek zarok jî hatin neçarkirin ku ferdên malbata xwe bikujin.

‘Bi mîlyonan zarok ji perwerdehiyê bêpar man’

Herdu sazî jî, wiha gotin: “Zarokên Yemenî di nava şer û xizaniyê de karesateke mirovî ya bêhempa re rû bi rû ne. Bi mîlyonan zarok ji perwerdehiyê bêpar man û bi mîlyonan zarokên din jî di karên xeter de dixebitin. Ev rêxistinan, civaka navneteweyî berpirsyar dîtin û daxwaz kirin ku ji bo dawîanîna binpêkirinên mafên zarokan a Hûsiyan zextê bikin.