Heyeta Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parîsê têkoşîna jinan vegot
Heyeta Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çalakiyên ku di çarçoveya çalakiyên Mihrîcana Mirovahiyê ya li Parîs a Fransayê hate lidarxistin de, têkoşîna jinên Kurd, destkefiyên şoreşa rojava û pergala netewa demokratîk vegotin.

Navenda Nûçeyan – Heyeta Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya gera li Ewropayê de tevli gelek bernameyan bûn. Heyet bi armanca der barê pirsgirêkên jinan û mafê mirovan de dan û standina nêrînan bike serdanên cur bi cur pêktînin.
Di roja sêyemîn a Mîhîcana Mirovahiyê ya li Parîs a Fransayê pêk hat de, panelek pêk hat. Panel ji aliyê seroka Weqfa Azadiyên Firansayê Danielle Mitterrand ve hat organîzekirin.
Di panelê de jinên Kurd, balkişandin ser têkoşîna jinan a her çar alî Kurdistanê. Li ser navê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Huseyîn, li ser navê Başurê Kurdistanê Berîvan Firat, liser navê Rojhilat Fatma Kerîmî axivîn.
Li aliyê din 13ê îlonê de jî ji aliyê Komeleya Kurdistan a Fransayê ve bernameyek pêk hat. Rêvebera meclîsa jinan a Sûriyeyê Emîne Omer û Seroka Yekitiya Jinên Suryanî Corcît Barsum axivîn.
Di axaftinan de destkeftiyên şoreşa Rojava, pergala netewa demokratîk hatin nirxandin.