Li Misirê jin dixwazin li dijî tacîzê tevdîr bên girtin
Li gor daneyan li Misirê ji sedî 90 jin rastî êrişa zayendî tên, jinan diyar kirin ku ew êdî nikarin derkevin kolanan û xwestin tevdîrên pêwîst bên girtin.
ESMAA FATHÎ
Qahîre – Li Misirê her ku diçe bûyerên tundiya li dijî jinê, qetlîam, tacîz û tecawiz zêde dibe. Li welat rûxmê ku cezayên li dijî tacîzê zêde bûne jî, jinan li kolanan rastî tacîzê tên û dema ku rewşek wisa tê jiyîn bertekên civakê li gel kiryar derdikeve. Ew rewş dide xuyakirin ku tenê bi zagonan tenê nayê çareserkirin, der barê wekheviya zayendî de divê guhertinek bi kok û kûr bê çêkirin.
Samar HamdÎ, bûyerek tacîzî ku êdî li welat bûye ‘asayî’ bi xwe jî jiya ye. Samar Hamdî ku wekî bi hezaran jinan rastî tacîzê hatiye behsa bûyera ku pê re rû bi rû hat anî ser ziman: “Ez hîn jî bawer nakim. Êrişî min kir. Min biryar da ez wî bibim qereqolê lê kesên ku li rê derbas dibin nehiştin û min dan tirsandin. Êdî min nizam bû mexdûr kî ye, kiryar kî ye.”
Bi rojan ji mala xwe derneketiye
Samar Hamdî ne mînakek tenê ye ku di bûyera tacîzê de mêr tên parastin. Gelek bûyerên bi wî awayî derdikevin ku tiştê wê jiya ye piştrast dike û binpêkirin heye. Samar Hemdî diyar dike ku piştî nîqaşa bi mêrê ku li kolanê wê tacîz kiriye û kesên ku şahidê bûyerê bûne, bi rojan nikare ji mala xwe derkeve ji ber ku nikare li mafên xwe bigere. Her wiha diyar kir ku ji ber kiryar hatiye parastin ew gelek tirsiyaye û got ku weke her roj vê bûyerê dijî di hafizaya wê de bi cîh bûye.
Ji ber rastî tacîzê hat sûcdar hat dîtin
Selwa Fewzî jî diyar kir ku dema li rawestgehê li benda veguhestina giştî bû, ji aliyê mêrekî di wesayîtê de rastî tacîzê hatiye. Dema ku ew dibêje biçe cem polîsan kesên li derdor bertekên tund nîşanê wê dane, lê Selwa Fewzî rûxmê vê jî diçe gilî dike û wiha pê de çû: “Min bûyerê tacîzê ji polîsan re got. Yek kesê ji derdor ji min re got tu layîqê wî yî. Yek din jî cilên min wek hinceta tacîzê nîşanda.” Selwa Fewzî diyar kir ku jin ji ber ku çûnûhatina taybet biha ye, veguheztina giştî tercîh dikin, Selwa Fewzî diyar kir ku ew gelekî aciz e û pirsgirêkên baweriyê jiyaye.
‘Divê tevdîrên lezgîn bên girtin’
Rêvebera Yekîneya Hiqûqê ya Weqfa Azadiya Raman û Derbirînê Fatima Sirac balê dikşîne li welat ser bûyerên ku jin dijîn e û di wê baweriyê de ye ku divê zagon bên guhertin. Fatima Sirac amaje dike ku zêdebûna rêjeya tawanan jî dikare tevdîrek be, ew dixwaze ku wekheviya zayendî wekî pêşîn were misoger kirin. Fatima Sirac diyar kir ku hişyariya civakî dê bibe sedema kêmbûna van tawanan, heta radeyekê; Divê li dibistan, zanîngeh, komele û di hemû warên jiyanê de xebat bên meşandin. Fatima Sirac wia gotinê xwe bi dawî kir:
“Ji bo zagoneke wekhev, adil û ji aliyê civakî ve têr derkeve holê, divê bi beşdariya hemû beşên civakê xebat bên kirin. Binpêkirinên ku jin rastî wan tên, bi taybetî jî yên zayendî, bi salan bandorê li ser hafizeyan wan dike û ji ber tirsa ku li kolanan rû bi rû bimînin, rê li ber derketina wan digire. Divê ni lezgînî gavên bi bandor bên avêtin.”