Ahu Deryayî serbest hat berdan
Ajansa Nûçeyan ya Xwendekarên Îranê (ISNA) diyar kir ku berdevka daraza Îranê Asghar Jahangir ragihandiye ku ji ber der barê Ahu Deryayî de tu doz nehatiye vekirin hatiye berdan û radestî malbata xwe hatiye kirin.
Navenda Nûçeyan- Ajansa Nûçeyan ya Xwendekarên Îranê (ISNA) ragihand ku Ahu Deryayî ya piştî çalakiya protestoyî hatibû girtin û sewqî nexweşxaneya psîkiyatrî hatibû kirin, ji ber der barê wê de tu doz tune ye radestî malbata wê hatiye kirin.
Di nûçeya ajansê de hat diyarkirin ku berdevka daraza Îranê Asghar Jahangir di civîna çapemeniyê de bi gotinên; “Li dijî Ahu Deryayî di sîstema darazê de tu dozek nehatiye vekirin” diyar kiriye ku Ahu Deryayî nexweş e û radestî malbata wê hatiye kirin.