‘Jin bi xwe gerdûn e û felsefeya Jin Jiyan Azadî ruh dide vê gerdûnê’
Endama Meclisa Perwerde û Akademiyên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ahîn Elî bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan nêrîna xwe anî ziman û tekez kir ku Mijdar, heyva bilindkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e.
RONÎDA HACÎ
Hesekê- Di 10’Mijdarê de platforma rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê rêzeçalakiyên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê di bin dirûşma ”Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” eşker kir. Têkildarî vê mijarê endama Meclisa Perwerde û Akademiyên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ahîn Elî ji ajansa me re nirxandin kir.
‘Her roja me têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e’
Endama Meclisa Perwerde û Akademiyên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ahîn Elî wiha got: “Em jin heyva Mijdarê, maha bilindkirina asta têkoşînê dibînin. Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi heyvekê re bi sînor nîn e, ji dîrokê ve heta niha vê têkoşînê dest pê kiriye û heya roja îro berdewam dike. Eger em lêkolîn bikin em ê bizanibin bingeha tundiyê bi hişmendiya desthilatdar hatiye avakirin û birêvebirin.”
Çima dirûşm bi Jin Jiyan Azadî xwe biparêze ye?
Di vê salê de me çalakiyên xwe di bin dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” de dest pê kir. Çima ev dirûşm? Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vê dirûşmê diyarî hemû tevgerên jinan kiriye û îro bûye felsefeyek, riya xwebûnê nîşan dide. Ev felsefe ji têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahî cîhanê belav bû, bandora xwe çêkir. Ji ber ku bi riya vê felsefeyê jinan xwe nas kir. Çima em dibêjin xwe biparêze? Her zindiya di gerdûnê de xwedî mekanîzmya parastinê ye, ji bo wê jin jî divê bizanibin ku pêwîstiya wan bi kesek ku wan biparêze tune ye. Gere ew xwe biparêze ji hişmendiya baviksalarî ya ku cudakariyê di navbera herdu zayendan de ava kiriye û jinan weke zayendek lawaz, bêhêz û şerm daye nasîn, sînoran ji bo jiyanê wan ava kiriye. Lewma di vê sedsalê de pêdiviya me, bi parastina felsefeya me û destkeftiyên şoreşa me heye.”
‘Cîhan di pêvajoyeke şerê bi hişmendiyê re derbas dibe’
Ahîn Elî destnîşan kir ku pêvajoya cîhan tê de derbas dibe pêvajoyeke şerê bi hişmendiyê re ye û wiha axaftina xwe domand: “Di felsefeya Jin Jiyan Azadî de em azadiya jinan di aliyê guhertin û veguhertina hişmendiya baviksalarî û azadiya civakê de esas digrin, ne azadiya lîberal. Cîhan di pêvajoya şerê hişmendiyê re derbas dibe, hişmendiya desthilatdar, felsefeya Jin, Jiyan, Azadî qebûl nake û li hemberî wê şer dike. Li ser vî esasî bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê û bi armanca bilindkirina asta têkoşînê, me li gund, tax, bajar û kantonan dest bi semîneran kiriye. Her wiha dewreyên perwerdeyê ji bo mêr û jinan hatine destpêkirin. Dê civînên berfireh ên li hemû bajaran werin lidarxistin, komxebat li hemû kantonan pêk werin, meş werin lidarxistin.”
‘Bi yekitiya jinan û bi heman felsefeyê em ê xwe û jiyana xwe azad bikin’
Ahîn Elî bal kişand ser herêmên dagirkirî ku jin ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve li wan deran zextên mezin dibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke Meclisa Perwerde û Akademiyên Jin, gavên bingehîn hatine avêtin lê hê jî pêwistî bi bilindkirina asta têkoşînê heye. Erka me ya sereke ew e ku em xwe bigihîjînin hemû jinan û ferdên civakê, riya azadiyê bidin nîşandan. Di vê pêvajoya hesas de pêwistiya me bi yekitiya jinan heye. Ji bo ku em bi hev re xwe ji tundiyê xelas bikin û azad bijîn. Welatê me di nava dagirkeriyê de ye, encax bi vê felsefeyê em dikarin xwe birêxistin bikin û vê dagirkeriyê vala derxin. Heya ku heremeke me di bin dagirkeriyê de be dê jin bê maf bin, werin qetilkirin û komkujî li ser civakan pêk werin. Jin bi xwe gerdûnek e û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî vê gerdûnê ruh dide vê gerdûnê.”