Li Minbicê jinên ciwan pirsgirêkan û riya çareseriyê nîqaş kirin

Bi sempozyûma ji bo balkişandina pirsgirêkên jin û ciwanan, bal hat kişandin ser pêwîstiya xurtkirina sempozyûmên bi vî rengî. Her wiha ji bo pêşkêşkirina fikir û pêşxistina çareseriyan pêwîstiya bilindkirina çalakî û têkoşînê hat vegotin.

Minbic – Yekitiya Jinên Ciwan li Minbicê, roja 24’ê Gulanê, sempozyûmek bi dirûşma "Bi şoreşa Jin jiyan azadî dê azadî bi ser bikeve" bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkên jinên ciwan û peydakirina çareseriyan li dar xist.

Di sempozyûmê de destpêkê rola pêşengiya ciwanan a di civakan de hat nîqaşkirin û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî em ê bi ser bikevin” hat bibîrxistin.

Xala yekem a sempozyûmê li ser pirsgirêkên jinên ciwan bû, der barê wê de Desteya Çand û Hunerê ya Yekitiya Jinên Ciwan Sîdra Heso got: “Yek ji pirsgirêk û astengiyên herî diyar ên li pêşiya jinên ciwan û ciwan pergal e. Bi şerê taybet û belavkirina madeyên hişbir di nav wan de hewl dide dînamîkên civakî birizîne. Li gel zextên malbatî yên li ser bingeha zihniyeta mêranî, urf û edetên paşverû, zewaca di temenê biçûk de, bêtehemuliya olî û cudakariya zayendî, hewl didin pêşî li ciwan û jinan bigrin.”

‘Şoreş hê didome’

Di xala duyemîn de jî endama Yekitiya Jinên Ciwan Sîdra Barkal got: "Pirsgirêkên jinên ciwan îro nîn e ku hene pirsgirêk û zîhniyeta ji demên kevnar ve mane. Şoreşa ku weke şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê binavkirin, li ser esasê guherîna zihniyetê bû, ev şoreş hê jî didome.”

Sidra Barkal bal kişand ku divê semînerên bi vî rengî ji bo pêşkêşkirina ramanan û pêşxistina çareseriyên ji bo bilindkirina asta çalakî û têkoşîna jinan bên xurtkirin.