Li Afganistanê tundiya mêr: 7 jin hat qetilkirin, 7 mirinên bi guman

Li Afganistanê piştî ku Talîbanê rêveberiya welat desteser kir, kiryarên li dijî jinan dest pê kirin. Ji ber zêdebûna ramanên li dijî jinan fundamentalizm Talîbanê, xizanî û bêkarî, bûyerên qetilkirina jinan roj bi roj li Afganistanê zêde dibin.

BEHARAN LEHÎB

Kabul-Ji dema ku Talîbanê li Afganistanê rêveberiya welat desteser kiriye ve heta niha, kiryarên li dijî jinan her diçe zêdetir dibin. Qetilkirina jinan li Afganistanê bûye bûyerên rojane. Sedema wê jî zêdebûna ramanên li dijî jinan û fundamentalîzma Talîbanê, xizanî û bêkarî ye û berpirsyarên van bûyeran nayên cezakirin di ser de jî Talîban van sûcan înkar dike. Di nava du mehan de li Afganistanê 14 jinan bi kuştin û xwekuştinê jiyana xwe ji dest dan.

Bîlançoya meha Nîsan û Gulanê wiha ye:

Di 23’yê Nîsana 2023’yan de li navçeya Pesabenda Xûrê jinek ji aliyê mêrê pê re zewîcî bi çopê çandiniyê hat qetilkirin.

Di 24’ê Nîsana 2023’yan de jineke bi navê Golendam li bajarê Fîrûzkûhê yê navenda Xûrê, ji aliyê kurê xwe yê 12 salî ve hat qetilkirin.

Di 27’ê Nîsana 2023’yan de, Yasemîna 30 salî ji ber ku razî nebû bi zorê bizewice, bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye.

Di 27’ê Nîsana 2023’yan de, Soltane ya 56 salî li navçeya Qerxana Fariyabê  bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye.

Di 27’ê Nîsana 2023’yan de, Rozmînêh li bajarê Fîrûzkûhê ya navenda Xûrê, ji ber ku li hemberî êrîşa zayendî ya çekdarê Talîbanê li ber xwe da, ji aliyê wî kesî ve hat qetilkirin.

Di 3’yê Gulana 2023’yan de, jineke 40 salî, bi sedema tundiya malbatê li bajarê Feyzabad ê navenda bajarê Bedexşanê, bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye.

Di 9’ê Gulana 2023’yan de Tazegola 35 salî li bajarê Şeberxan ê navenda Cûzcanê di mala xwe de ji aliyê çend kesên çekdar ve hat gulebarankirin û qetilkirin.

Di 11’ê Gulana 2023’yan de, Mehtaba 50 salî ku ducanî bû, li navçeya Qadisa Badxîsê ji aliyê mêrê pê re zewîcî hat qetilkirin.

Di 12’ê Gulana 2023’yan de, jineke xama ji ber tundiya malbatê li bajarê Meymenê yê navenda Fariyabê, bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye.

Di 14’ê Gulana 2023’yan de li navçeya Şîrîn Tegab a Fariyabê jineke 19 salî bi vaweyek guman jiyana xwe ji dest daye.

Roja 15’ê Gulana 2023’yan de, keçeke 16 salî li navçeya Belçîraxa Feriyabê piştî şerê mêrê pê re zewîcî  bi awyek guman jiyana xwe ji dest daye.

Di 16’ê Gulana 2023’yan de, nexweşyarek 27 salî bi navê Nazdanê li navçeya Caxoriya Xezniyê bi awayekî hovane hat qetilkirin.

Di 19’ê Gulana 2023’yan de, jinek li navçeya Mûsa Kelaya Helmendê ji aliyê mêrê pê re zewîcî hat qetilkirin.

Di 20’ê Gulana 2023’yan de Rezîneya 22 salî li navçeya Espîn Boldeka Qendeharê bi awyek guman jiyana xwe ji dest daye.