Li Kobanê pêngava li dijî şerê taybet didome

Desteya Civanan û Werzîşê ya Kantona Kobanê ya herema Firatê ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbir li kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêngava “Ji hişbiran re na” bi semîneran ciwanan hişyar dike.

NORŞAN ABDÎ

Kobanê- Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Kobanê li herêma Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ciwanên herêmê di warê şerê taybet ê li ser wan tê meşandin de hişyar bikin, semînerên hişyariyê û çalakiyên cuda ji 11’ê Gulanê ve tevî desteya tendirustiyê li dar dixin.

Di çarçoveya pêngava ku dê heya 31’ê Gulanê berdewam bike de, semînerên der barê zirarên bikaranîna madeyên hişbir, li ser tendirustiya bedenî û derûnî zirara ku dide mirovan tên dayîn. Her wiha broşurên şîrovekirina bandorên wî yên neyînî yên li ser mirovan jî tên belavkirin.

‘Dewleta Tirk bi şerê taybet dixwaze berxwedana Kobanê têk bibe’

Der barê pêngava “Ji hişbirê re na” endama Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Kobanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Hoşmîn Şemsî bal kişand ser parastina ciwanan ji êrişên şerê taybet û wiha got:

“Dagirkeriya Tirk bi belavkirina madeyên hişbir dixwaze vîna gelê Kobanê têk bibe ku berxwedaniyek mezin raber kiriye û hê li ser xeta berxwedan û têkoşînê dimeşe. Desteya Ciwanan û Werzîşê dibîne ku pêdivî bi beşdariya têkoşîna li dijî belavkirina madeyên hişbir heye û jinên ciwan bi şerê taybet hişyar bikin. Pêngava me bi koordîneya bi desteya Tendirustiyê dest pê kir û semînerên hişyariyê li dibistana, enstîtu û zanîngehan didin û bruşoran belav dikin. Em ê bikaribin civakê û ciwanan baştir der barê belavkirina madeyên hişbir de şiyar bikin. Pêngava me dê berdewam bike heta em bigihîjin armanca xwe. Divê hemû ciwan xwe biparêzin û civaka xwe hişyar bikin, bi pêş bixin.”

‘Dê Tirkiye negihîje armanca xwe’

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Kobanê li herêma Firatê Silava Nassan got: “Tirkiye bi hemû rêbazan hewel dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, bi taybetî bi rêbazên xwe yên şerê taybet dixwaze ciwanan û jinên ciwan bike armanc ji ber ku ciwan bingeha civakê ne.”

Silava Nassan di nirxandina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk bi taybetî Kobanê dike armanc ji ber ku Kobanê ji bo hemû cîhanê nimûneya berxwedan û têkoşînê ye û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze civakê bihelîne û xirab bike, ji fikir, felsefeya rêber Abdullah Ocalan dûr bixe. Lê Tirkiye ne mumkun e bigihîje armancên xwe.”

‘Dive em ciwanan hişyar bikin’

Silava Nassan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbir û şerê taybet divê kes xwedî hêz, vîn û fikrên azad be û wiha bang li ciwanan kir: “Divê em ciwanan û bi taybetî jinên ciwan di hemû waran de hişyar bikin heya bigihîjin   azadiyê  têkoşîn bikin.”