Li Mexrîbê li dijî zewaca temenê biçûk kampanya dom dike

Li Marakêşê zarokên keç ji ber zewaca temenê biçûk ji mafê xwe yê perwerdê bê par dimînin. Rêxistinên jinan û parêzeran derbarê pirsgirêkên ku zarokên keç li herêmê jiyan dikin, dest bi kampanaya hişyariyê kirin.

RAJA KHAYRAT

Marakêş- Li Marakeşê rêxistinên jinan û parêzer, di çarçoveya projeya (BARAKA CIWAN) de, di der barê ew pirsgirêkên ku zarokên keç jiyan dikin dest bi kampanya hişmendiyê kirin. Ev projeya kampanya bi perwerdeya hişmendiyê di  Nîsana 2021’an de destpêkiribûn û wê heta Adara 2023’an berdewam bike. Rêxistinên jinan di çarçoveya vê kampanyayê de xebatên xwe didin meşandin.

Seroka federasyona mafên jinan Senaa Zeîmî, di der barê vê kampanya yê ku li gelek herêmên gundewarî Marakêşê perwerde tê dayîn wiha got: “Ev perwerde parçeyek ji projeya BARAKA ya hişmendî kirinê ye. Hemû perwerde bi dirûşmeya Baraka tên li darxistin û  her wiha hemû broşûr û zanyarî bi heman nav girtin e. Dirûşme û wêne û panqartên girêdayî projeyê li deriyên bazarên heftane û kombûnên gel de hatine daliqandin. Ji derveyî perwerdeya hişmendiyê, yên ku beşdarî perwerdeyan bûne şêwirên zagonî pêşkêşî gel dikin.”

‘Armanc zarokên keçin’

Senaa Zeîmî destnîşan kir ku armanca vê projeyê zarokên keç yên ku perwerdeya navîn û amadeyî dibînine û wiha got: “Ji bo van zarokên keç xebatên atolye yên aktîv hatin li darxistin. Koma duyem jî wê serdana bazaran bikin û wê di der barê rewşa zarokên keç de pirsan pirs bikin ka sedemê dest ji berdana zarokên keç ya dibîstanê çiye wana bizanin û çareseriyan pêşniyar bikin. Di projeya perwerdekirinê re strana BARAKA CIWAN ya hunermenda Mexribî Kewser bo Draja stranek got, armanca stranê sînordarkirina tundiya li ser bingeha rêgezî û destdirêjiya li beramberî jinan pêktê. Ew stran di radyoyê de di sala 2022’an hate weşandin. Ev projeya perwerdeyê ku ji aliyê heman komê ve berî deh salan bi dihat meşandin, rastî gelek nerazîbûnên hişmendiya hişk ku xwendina keçan red dikin û zewaca temen biçûk baştir dibîne hat. Lê belê niha ev mijar di kokê de hat guhertin, ji ber bav êdî xwendinê keçên xwe giring dibînin.”

‘Der barê diyardeya zewaca temenê biçûk de wê civin werin kirin’

Senaa Zeîmî bi bîr xist ku hevdîtinên ku wê bi hemû kesên di qada hiqûqê de bi aktif were kirin, federasyon dê di vê meha Reşemiyê de, hevdîtinên vekirî bi hemû çalakiyên bajarê el-Swêre rojavayî Marakêşê  der barê diyardeya zewaca temen biçûk û girêdana wê bi qutbûna zarokê keç  ji dibistanan were kirin û wiha dom kir: “Pirsgirêka bingehîn ya qutbûna keçan ji dibistanan ew dûrbûna wan ji dibistanan û nebûna çûn hatina dibistanê ye. Hinek zarokên keç ku dersên wan saet 8’ê destpê dike, di saet 5 sibehê de ji mal derdikevin ji bo heta saet 8’an li dibistanê amade bin. Ev jî bandorê li ewlehiya zarokan dike, ji ber wê jî bavê zarokên keç ji ewlehiya zarokên xwe bi fikarin û ji ber wê rê nadin zarokên wan yên keç biçin dibistanê.”

‘Rayedar dikarin pirsgirêkê çareser bikin’

Senaa Zeîmî da zanîn ku rayedar dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin û wiha gotinê xwe bi dawî dike: “Ger hinek hêza rayedaran hebe ez di wê baweriyê deme ku vê pirsgirêkê bi hêsanî çareser bike. Dikarin hîn zêdetir otobusên dibistanan amade bikin û ewlekariya ketina deriyê dibistanan pêkbînin.”