Pervîn Buldan: Dilê me li herêma erdhejê ye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan piştî erdheja li Kurdistanê got, "Êşa me mezin e, dilê me li herêma erdhejê ye."

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk (HDP) Pervîn Buldan piştî erdêjên ku danê siharê li navçeya Bezercix a Mereşê bi pileya 7,4 û li Dilokê bi pileya 6,5 pêk hat bi parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal silametî xwest û ji bo pêçandina birînan banga pişevaniyê kir.

Peyama Pervîn Buldan a li ser medyaya dîjîtal wiha ye: “Êşa me mezin e, dilê me li herêma erdhejê ye. Bi mezinkirina piştevaniyê em êşên xwe bipêçin.”