Li Tirkiye û Kurdistanê erdhej

Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê danê sibê saet di 04:17 de bi pileya 7.4 erdhejek pêk hat. Hate hînbûn ku ji ber erdhejê gelek kes jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî di bin xirbeyan de mane.

Navenda Nûçeyan – Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê erdhejeke dijwar rû da. Çavdêrxaneya Kandîllî ragihand ku navenda erdheja bi pileya 7.4 li navçeya Şehîd Kamil a Dîlokê bûye. Erdheja ku di saet 04:17’an de bi kûrahiya 5 kîlometreyan pêk hat, li gelek bajarên Kurdistanê bi taybetî li Dîlok, Mereş, Amed, Riha, Meletî, Semsûr hat hîskirin. Hate hînbûn ku piştî erdhejê gelek xanî hilweşiyane. Tê ragihandin ku ji ber erdhêjê gelek kes jiyana xwe ji dest dane û gelek hemwelatî di bin xirabeyan de maye. Li herêmê piştî erdhejê gel daket kolanan. Li aliyê din li seranserê Tirkiyeyê înternet û telefon qut bûn. Erdhej di nava gel de bû sedema panîkek mezin.

Avahî hilweşiyan

Çavdêrxaneya Kandîlliyê ragihand ku di nav saeta dawî de 42 erdhejên din li bajarên Kurdistanê rû dane. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin li Amedê 7 avahî hilweşiyan. Li taxa Ofîsê ya li navçeya Bajarê Nû (Yenişehîr) ya Amedê avahiyeke 7-8 qatî û avahiya 7-8 qatî ya li Kolana Bariş a Taxa Şeyh Şamil a navçeya Rezanê hilweşiya. Hat diyarkirin ku herî kêm sed kes di bermahiyên avahiya hilweşiyayî de ne. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li bajêr dewam dikin. Li Edeneyê 3 avahî hebûn ku yek jê 17 qatî bû. Li Rihayê 16 avahî hilweşiyan Hat ragihandin ku li Osmaniyeyê 65 avahî hilweşiyane. Li Edeneyê li gor tesbîtên destpêkê 3 avahiyî hilweşiyane. Li Mêrdînê jî gelek avahî xisar dîtin.

Li navçeya Rezan a Amedê avahiyek 7-8 qatî ya li ser Kolana Bariş a Taxa Şeyh Şamîlê hilweşiya. Hat diyarkirin ku herî kêm sed kes di bin xirabeya avahiya hilweşiyayî de ne.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li ser kavilên avahiyê dewam dikin.

Tirkiye di asta 4’emîn de hişyarî da

AFAD’ê ragihand ku li 7 bajaran 76 kesan jiyana xwe ji dest dane û 440 kes jî birîndar bûne. 

Li Tirkiyeyê hişyariya navneteweyî ya asta 4’an hate ragihandin. Hat diyarkirin ku ev alarm tê wateya banga alîkariyê.