Li Mexmûrê di roja duyemîn de berxwedan didome

RJAK’ê dorpêça dewleta Irak ya li ser Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî ya û li Mexmûrê şermezar kir û wiha hat gotin: “Dewleta tirk a faşîst û hevkarên wê dê tu carî nikaribin îradeya gelê Mexmûrê bişkînin.”

Navenda Nûçeyan- Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdê ku li Mexmûrê ye, ji aliyê Tirkiyeyê ve gelek caran bi êrîşên hewayî dihat hedefgirtin, duh di saetên berbangê de ji aliyê artêşa Iraqê ve hat dorpêçkirin. Artêşa Iraqê hewl dide bi têlan dora kampê bigre û li hinek cihan kûleyên kontrolê çêbike. Şêniyên kampê bi gotinên; “Em destûr nadin hûn îradeya gel teslîm bigrin” bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew ê destûr nedin wan dorpêç bikin. Berxwedana şêniyên wargehê di roja duyemîn de didome.

Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK), der barê êrîş û dorpêça li ser wargehê de daxuyanî da, hewldanên dewleta Iraqê y3en ji bo dorpêçkirina kampê şermezar kir û bal kişand ku dê bi êrîşên bi vî rengî nikaribin îradeya gelê Kurd bişkînin.

‘Divê artêşa Iraqe derhal vekişe’

RJAK’ê bal kişand ku artêşa Iraqê, bi daxwaza dewleta Tirkiyeyê û hevkarên wê êrîşê wargehê kiriye û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê dê tu carî nikaribin îradeya şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdi bişkînin. Ji ber vê yekê niha bi rêbazên dermirovî hewl didin vê yekê bikin. Ev êrîş têkçûna hêzên dagirker nîşan dide. Gelê Kurd êdî xwedî çanda berxwedanê û îradeya azad e.” RJAK’ê her wiha da zanîn ku di serî de jin, gelê Kurd li ba şêniyên wargehê ne û xwest artêşa Iraqê derhal vekişe.

Berxwedan di roja duyemîn de didome

Artêşa Iraqê, duh li ser berteka şêniyên Mexmûrê paşve kişiyabû lê îro careke din li derdora wargehê bi cih bûye. Li ser vê yekê şêniyên wargehê jî careke din dest bi çalakiyan kirin.