Li Mexmûrê belavokên 8’ê Adarê hat belavkirin

Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr (TJCM) di çarçoveya rêzê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li kolanên Mexmûrê belavokên 8’ê Adarê belav kirin.

Mexmûr- Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr (TJCM) di çarçoveya rêzê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ya Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşemeya ‘Bi qêrîna Jin Jiyan Azadî dihûnin tevna jiyanê’ da bû destpêkirin de, li kolanên Mexmûrê belovekên 8’ê Adarê belav kir. Jinên ciwan ên ku li ber avahiya Meclîsa Jinên Ciwan a Şehîd Axîn kombûn, bi hilgirtina belavokên 8’ê Adarê li kolanên Mexmûrê dest bi belavkirina belavokan kirin. Hatê diyar kirin ku di nava belavokan de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan ê der bare 8’ê Adarê de cih digre.

Ji jinên ciwan banga hevgirtinê

Jina ciwan a binavê Roj Yildiztan jî 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li hemû jinên Kurd û cihanê pîroz kir û wiha axivî:  “Ez 8’ê Adarê li hemû jinên Kurd, jinên cihanê, qehramên serê çiya û Rêber Apo pîroz dikim. Li bajarên Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê û Suriyeyê erdhejek mezin pêkhat û di encam de bi hezaran jin, zarok jiyana xwe ji dest dan, em ji bo wan malbatên wan sersaxî dixwazin. Em van belavokan belavê şeniyên wargeha Mexmûrê dikin. Em îsal 8’ê Adarê wek her sal bi şahiyan pîroz nakin. Em ê bi çalakiyên cuda pîroz bikin. Di belavokan de nirxandinên Rêbertî yên li ser 8’ê Adarê cih digre. Em bang li tevahî gelê Kurd û jinên Kurd dikin ku em ew rojê bi hevgirtinê pîroz bikin. Bila hemû jin pêşeroja xwe û civaka xwe bifikirin û li gorî tevbigerin.”

Jina ciwan a binavê Helen Edîz a belavok belav dike, der barê rêze çalakiyên xwe de wiha got: “Em wek ciwanên Mexmûrê 8’ê Adarê li hemû jin û jinên ciwan pîroz dikin. Em wek jinên Wargeha Mexmûrê bi boneya 8’ê Adarê belavok belav dikin. Di belavokên tên belavkirin de nirxandinên Rêber Apo yê der barê 8’ê Adarê cih digre. Em hêvî dikin ku 8’ê Adarê ya îsal bibe wesîleya azadiya hemû jinan.”