Li Lîbyayê ji ber lehiyê xetera kolerayê

Lehiya ku li Lîbyayê bû sedema felaketek mezin, xeteriya neweşiyên ku belav dibin ên weke kolerayê heye.

Navenda Nûçeyan- Li Lîbyaya ku bi bahoza Daniel bû sedema lehiyê û karesatek mezin çêbû, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Li welat niha jî xetera nexweşiyên belav heye. Bi taybetî têkildarî bajarê Derne yê li Rojhilatê welat hişyarî tên kirin û rewşa li we derê weke ‘karesata mirovî’ tê binavkirin.

Hişyariya ji bo nexweşiyên ku belav dibin

Rêxistina Bijîjkên Sînornenas, bi daxuyaniyek bal kişand ser krîza di xebatên alîkariyê û bi gotinên; "Divê xebatên alîkariyê bi awayê koordîne werin kirin” bal kişand ser krîzê. Koordînatorê Alîkariya Lezgîn ê NY’ê Martin Griffiths jî di daxuyaniya li Cenevreyê de got: "Kesên sax mane, ji ber fikara kolerayê û tunebûna ava paqij, pêdiviya wan bi awayê lezgîn bi cih, xwarin û malzemeyên tibî yên bingehîn heye."

55 zarok nexweş ketin

Di rojên derbasbûyî de li gorî agahiyên ji herêmê, hişyarî hatibû kirin li Derneyê ava binê erdê ji ber cenazeyên mirov û ajalan, çop û madeyên kîmyewî qirêj bûye.

Berpirsyarê Operasyonên Tibî yê Rêxistina Bijîjkên Sînornenas Manoella Carton jî gotibû: "Piştî felaketeke wiha, em ditirsin ku bi ava vexwarinê ya ku qirêj bûye nexweşî belav bibin."

11 hezar kes winda ne

Hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane 11 hezar û 300 e, ên winda jî ji 11 hezar kesan zêdetir in.